Ala li ser sînga Rewşen Bedirxan

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Hezîran 2023 - 05:05

  • Rewşen Bedirxan jineke têr zana û jêhatî bû. Dema mirov serpêhatiyên wê dixwîne, mirov dibîne ku ji bo Kurdan li dinyayê bide naskirin cehdeke wê ya baş hebûye. Hin serpêhatiyên ku nivîsandine vê yekê piştrast dikin. Serpêhatiya wê ya Yewnanistanê ku ala Kurdan li ser sînga xwe biriye wir, pirr balkêş e.

ARDÎN DÎREN

 

Navê Kurdan û her wiha hebûna wan ya li ser axa Kurdistanê tim bûye derd ji bo xelkên biyanî. Nexasim jî dewletên desthilat ên ku dixwestin Kurdan qir bikin, nedixwestin ku li ti deverê navê Kurdan were hilanîn. Wan dixwest Kurd her kole bimînin û yekîtiyek di navbera wan de çênebe. Ji lewma Kurdistan parçe kirin û Kurd jî ji hev belav kirin da ku tifaqek di navbera wan de pêk neyê û bê rêxistin bimînin. Lê tevî hemû astengî û zordariyên dewletên desthilat jî, Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û her wiha li sirgûnê hewl dan ku Kurd û Kurdistan bi xelkên biyanî bidin naskirin. Ji bo vê, Kurdên bi xîret li ber xwe dan û hin xebatên wan ên ji bo Kurdan, bûn kelemên çavên dijminên Kurdan. Di vî warî de mirov dikare gelek serpêhatiyan bi bîr bîne, lê dikarim bibêjim, serpêhatiya Rewşen Bedirxan a li paytexta Yewnanistanê Atînayê, yek ji serpêhatiyên herî balkêş e. Ez ê hewl bidim behsa vê serpêhatiya wê bikim da ku baş were fêmkirin bê ka wê çawa ala Kurdistanê li Yewnanistanê bilind kiriye.

Di Mijdara sala 1957’an de li peytexta Yewnanistanê, li Atînayê, Komeleya Helenî ya li Dijî Koledariyê, “Kongreya Atîna a li Dijî Koledariyê” li dar xist. Bi vê minasebetê, wan Rewşen Bedirxan jî bi dawetnameyeke fermî vexwend kongreyê. Ji Îtalya, Fransa, Ingilistanê, Misr, Lubnan, Sûriye, Cezayîr, Fas, Tûnis û çend welatên din jî temsîlkarên neteweyan hatibûn vexwendin da ku “Kongreya Têkoşînê li Dijî Koledariyê ya Miletên Hewza Deryaya Spî û Rojhilata Navîn” pêk bînin û tevde nîqaşên li ser koledariyê bikin.

 

‘Ji bo miletê xwe hatime’

Rewşen Bedirxan serpêhatiyên xwe yên li Atînayê weke rojnivîskan nivîsandiye û di van rojnivîskên xwe de kite bi kite behsa tiştên ku li kongreyê hatine serê wê dike. Wê bi xwe re ala welatê xwe Kurdistanê jî biriye kongreyê. Bi gotina Rewşen Bedirxan, ew al li ser sînga wê ye û ji ser sînga xwe danaxe jêr. Dema ew digihîje otêla xwe, bi sekreterê kongreyê re diaxive û dixwaze di civînê de ala Kurdistanê jî li rex alên din hebe û were xuyanê. Diyar e ku wê sekreter razî kiriye, ji lewma ew dibêje, “Sekreter ji bona danîna ala welatê min di civînan de soz da min.” Gava ku şandeyên Sûriyê wê li kongreyê dibînin, matmayî dimînin û beşdarbûna wê ya kongreyê dîplomatên Sûriyeyê pirr aciz dike. Dema dîplomat û siyasetvanên Sûriyê dipirsin û dibêjin, tu çima hatiye vir, Rewşen Bedirxan wiha li wan vedigerîne: “Ez ji ber milet û neteweya xwe ve hatime, ji ber ku ew bindest in li Iraqê û Tirkiye û Îranê û nikarin derkevin. Ji ber dîtin ku min ji ber xwe bişînin, ji ber sûriye weletekî demokrat e û xêrê ji cînarê xwe re dixwaze.” Li gorî ku em ji rojnivîskên wê dixwînin, baş tê dîtin ku Rewşen Bedirxan bi tevdîr çûye kongreyê û zane dê çi biaxive û behsa çi bike.   

 

‘Hûn behsa hovîtiyê bikin ez xwe vekêşim’

Piştî hevdîtinekê, şandeya Sûriyê ji Rewşen Bedirxan dixwaze ku tevlî civînên kongreyê nebe. Jê re dibêjin, mafê axavtinê li ser navê Sûriyê tenê yê kesekî ye û ew nav jî diyar e. Dixwazin pê bidin qebûlkirin ku li Sûriyê milletên hindikahî tine ne û ji xwe kesên li wir jî tev de welatiyên Sûriyê ne. Lê Rewşen Bedirxan vê helwêsta wan li ser xwe qebûl nake û bi van gotinan bersiva wan dide: “Hûn di ber Kurdan de biaxivin. Ez ê xwe ji civînê bikişinim û bêdeng bim… lê heger hûn rahêjin vê babetê û hûn li ser Kurdan biaxivin… li ser barbariya Tirk û Farsan û hovîtiya wan… Wê gavê xem nîne ku kursiyê Kurdistanê vala bimîne.” Rewşen Bedirxan bi ya wan nake û ji bo ku di civînê de li ser navê Kurdistanê biaxive bi rojnamevan, nivîskar û her wiha şandeyên dewletên din ên li kongreyê hazir re pêwendiyan xurt dike û ji bo rojnameyan jî dipeyive da ku navê Kurdan di kongreyê de were bihîstin.

 

Ala Kurdan di nav alên welatên din de

Axir roja civînê tê, ji Rewşen Bedirxan re jî cihek hatiye veqetandin. Lê ne xêr ala Kurdistanê ne li ser masê ye! Piştre rojnamevanek jê re dibêje, şanda Cezayirê dengê xwe bilind kiriye li dijî temsîliyeta Kurdan. Ji ber vê yekê ala Kurdistanê rakirine. Ji bo vê helwêsta dewletên ku nerazîbûn nîşanî ala Kurdan dane, Rewşen Bedirxan dibêje, “Bi her hal ez ne poşman im. Bi kêmanî ala me kete nava alên welatan de û biyaniyan dît bê çawa rojhilatiyan arma Kurdistanê ji ser masê rakir û ji lihemberbûna Cezayîriyan ji temsîla Kurdan re agahdar bûn. Ev besî me ye, ji ber wê gelek bixwazin di vê riyê de pirsgirêka Kurdan nas bikin. Û sibê ku xwedê bê erê, ez ê bi Ewrûpiyan re biaxivim. Ez ê rojnemavanan kom bikim da ez nûçeyan li ser rewşa Kurdistanê û zilma bi ser sere miletê Kurd bidim nasîn. Piştre çi dibe bila bibe!”

 

Ka Kurdistan li ku ye?

Şandeya Sûrî û Cezayîrê û her wiha hin dewletên din li ber radibin û dixwazin ku Rewşen Bedirxan di civînê de bêdeng bimîne û temsîliyeta Kurdan neke. Lê ew nikarin bi ser bikevin û serokê civînê Rewşen Bedirxan weke temsîlkareke Kurdan bi xelkê dide naskirin û li hember nerazîbûnan dibêje, “Me şanda Kurdî vexwendiye da em gazinên wan bibihîzin û em bi hev re rewşa Rojhilata Navîn derman bikin.” Rewşen Bedirxan jî bi van gotinan behsa nerazîbûn û axavtina xwe ya li kongreyê dike; “Gava wextê min hat û ez çûm cihê axavtinê Mamoste birêz Kamil Hemrane bang kir; Kurdistan li ku dikeve? Û Kurd kî ne? Min guh lê nekir û meşa xwe domand. Muzher Şerbecî bang kir; gotinên wê ne rast in û ew ne vexwendiye. Min bersiva wî neda, tenê ez beşişîm. Berpirsê civînê Mr. Rojoy, berpirsê civînê bersiv da; Kurdistan ji kevn de nasraw e û me Ingilîzan ew ji hev xist. Piştî wê min pendek Kurdî ji wan re got; dinya gulek e wê bêhn bike û bide derûdora xwe. Min ji wan pirsî; nihêrîna we çi ye niha? Ez hîna biaxivim yan bes e? Ez gihîştim ser masa xwendinê û her kesî nas kir bê Kurd kî ne.”

Rewşen Bedirxan dide zanîn ku wê zora wan biriye û ew di vê kongreyê de bi ser ketiye. Her wiha ew dide zanîn ku wê hin kesên Yewnanî û Ewrûpî yên din jî kirine dostên Kurdan. 

 

Rewşen Bedirxan kî ye?

 

Di 11’ê Tîrmeha 1909’an de li Kayseriya Tirkiyê ji dayik bûye, keça Salih Bedirxan e. Rêvebira Xwendingeha Leyla Exîlî ye. Jina Celadet Bedirxan e ku bandoreke baş li ser wê hebûye heta ku mîna wergerekê bikare li warê zanistî û kirdarî ve gavên baş biavêje. Ji sala 1924´an heta 1927’an rêvebera dibistaneke hikûmî bûye li bajarê Kerek li rojhilata Urdinê, piştî hingê çûye Dîmeşqê (Şamê) û saleke xwendinê li dibistana Elayîk ya Fransî kar kiriye û li hemû polên şaxê keçan de mamosteya zimanê Erebî bûye. Di 9’ê Nîsana 1929’an de wekî mamoste li dibistana hikûmî li Dîmeşqê kar kiriye û rêvebirina dibistanê spartine wê. Tevlî komeleya Yekîtiya Afretan bûye li sala 1934’an, piştî vegerîna wê ji kongreya jinan ya ku li Qahîrê hatiye li darxistin di dawiya sala 1945’an de veqetiyaye. Sala 1951’ê du çîrok ji zimanê Tirkî wergerandine, ya yekem bi navê "Bîranînên Jinekê" hatiye çapkirin û ya dûyê jî bi navê "Evîn û Janên Min" hatiye çapkirin û wê hinek pirtûkên çapnekirî jî hene yek ji wan "Rêka Dil" e. Her wiha wê "Çend Berperek Ji Tora Kurdî" heye. Hinek semîner û çîrok hene ku di radyo û rojnameyan de hatine weşandin û çap bûne. Di sala 1947´an de li radyoyê çend mehan di beşa zarokan de kar kiriye. Rewşen Bedirxan 3’yê Hezîrana 1992’yan çû ser dilovaniya xwe.

 

*Ev rojnivîskên Rewşen Bedirxan ku di wan de behsa serpêhatiya kongreya li Yewnanîstanê dike, di pirtûka bi navê “Dotmam” de cih digirin. Min jî ev agahî ji pirtûkê wergirtin. Pirtûka “Dotmam” sala 2009’an ji Weşanxaneya Avestayê derketiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.