- Derhêner Serhat Hulaku ji bo strana "Ji Destanên Geliyê Goyan Pirga Cizîrê" klîbek amade kir. Klîb îro li ser malpera Art Media a Youtubeyê hate weşandin. Ev stran di destpêka salên 1800'î de derketiye û heta roja îro di nav gelê Botanê de maye. Stranê lêkolîner Seyda Goyan berhev kiriye.
Strana "Pirga Cizîrê" stranbêj Diyar Mehrovî gotiye. Mehrovî ji Botanê ye û stranê bi şewazekî nû amade kiriye û xwendiye. Aranjorê stranê jî Eren Uren e.
Diyar Mehrovî got: "Ev cara yekem e ku ez stranek bi devoka Botanê di studyoyek profesyonel de tomar dikim. Dibe ku ez xeletiyan bikim, lê ez ê hewl bidim ku vê çanda kevnar dewam bikim û fêr bibim û stranên me li gorî devok û çanda Botanê parve bikim."
Cil û bergên lîstikvanên klîbê jî balê dikişînin. Saziya Govend Ewropayê û mamosteyê govendê Sîpan Erhan Mencuk amade kirine. Lîstikvanên klîbê jî endamên Govenda Comêrd, Azad Garzan û Sînan Asya ye.
Mêrên çav bi kil
Di klîbê de stranbêj Diyar Mehrovî çavê xwe kil daye. Nivîskar Mehmet Akdoğan ev şîrove kir û got: "Ev ne tiştekî ecêb e. Berê mêrên Kurd kil li çavên xwe dikirin. Guharên wan jî hebûn. Wek mînak, Şax Îsmaîl xwediyê guharek bi 12 stêrkan bû. Dîsa stranekê ji Botanê derbas dibe, dibêje: Mîrê Botan bi guharê zêrînê... Di nav Kurdan de çanda deqê jî xurt bû. Bi taybetî jinên Kurd li ser rû û destên xwe sembolên cûrbecûr xêz dikirin. Ji xwe deq bi kilê dikirin." ANF