Psychology Kurdî bi ‘Têkilî û Malbat’ê daketiye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 00:55

Hejmara 18’an a Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî” derket. 

Kovara ku ji sala 2016’an ve ji çar mehan carekê tê weşandin her hejmar cih dide dosyeyeke taybet û nivîsên têkildarî derûnnasiyê yên curbicur. Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareke girîng ku navê dosyeyê “Têkilî û Malbat” e. Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên curbicur ku li ser malbat û têkiliyan hatine nivîsîn derdikeve pêşberî me.

Di vê hejmara nû de naverok bi vî awayî ye:

Têkiliya Malbatî, Tendirustî û Trawmaya Nifşguhêzî: Jan Ilhan Kizilhan, Wergera ji Îngilîzî: Bilal Oztunç.

Şideta Nav Malbatê û Zarok: Gulperi Gunduz.

Ragihandina Navmalbatî û Serkeftina Dibistanê: Enver Îleri.

Hevpeyvîn bi Sezai Halifeoglu re: Wergera ji Tirkî: Aydin Rengîn.

Norobiyolojiya Evînê û Têkiliyên Nêz: Azad Dildar.

Hin Ponijîn li ser Malbatê: Yusuf Atabay.

Îstîsmara Hestî ya li Hember Zarokan: Siyabend Aslan.

Teoriya Girêdanê: Leyla Turhan.

Hevberdan û Bandora Wê li Zarokan: Fatma Zehra Gemi, Samed Dogan.

Tutumê Keye û Psikolojîyê Domanan: Erdal Gul.

Bandora Cureyên Malbatan li Şîzofreniyê û Şîroveyên Derbarê Nêzîkahîtêdanên Wê: Mehmet Ali Erol.

Ne/pêkaniya Herka Civakî di Romana Zadie Smithê ya bi Navê Diranên Spî de: Hoşeng Nizarî.

Stres: Hataw Ahmed Sharif: Wergera ji Soranî: Mehmet Ali Erol.

Pirs û Bersiv bi Medenî Ferho re: Psychology Kurdî

Termên Derûnnasiyê: Psychology Kurdî.

Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gulperî Gunduz ve tê birêvebirin.

Xwendevan dikarin hejmara nû ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com, ji malperên dîtir û ji pirtûkfiroşan peyda bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.