Li Dêrazorê hilberandina kehrebeyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 16:45

  • Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê bi rêya projeya enerjiya tavê ya Kooperatîfa El Caabî hewl dide zêdetirî 16 hezar donim zevî li rojhilatê Dêrazorê av bide û kooperatîfeke din aktîf bike.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya kantona Dêrazorê ji bo piştgirtiya çandiniyê di plansaziya sala 2024`an de dest bi bicihkirina pergala enerjiya tavê ya ji bo hilberandina kehrebeyê kir.
Komîte ji vê projeyê armanc dike ku jeneratorên bi rêya wê 16 hezar û 800 donim tê avdan, bixebitîne.
Kooperatîfê berê ji bo avdanê jeneratorên bi mazotê dixebitin  bi kar dianî. Lê belê Komîteya Çandinî û Avdanê 240 tabloyên enerjiya tavê ji kooperatîfê re pêşkêş kir ku her yek jê 2.5 ampîr dide da ku jeneratoran bixebitîne û zeviyan av bide.
Her wiha komîteyê jeneratora sereke û 4 jeneratorên din sererast kir û kanala avdanê û torên kanalîzasyonê yên çandiniyê paqij kir.
Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiya Çandiniyê ya bajarokê Hecînê Mihemed Iwêd got: "Ji ber ku her tim jeneratorên bi mazotê dixebitin, xira dibûn, kooperatîf karê xwe radiwestand, ji ber wê me pêdivî bi bicihkirina pergala enerjiya tavê dît ji bo ku avdan berdewam bike.”
Iwêd destnîşan kir ku dê 80 tablo li Kooperatîfa El Wesil bê bicihkirin, hilmijên avê bên sererastkirin û torên kehrebeyê bên bicihkirin. Li gorî Iwêd, Kooperatîfa El Wasil a duyemîn e ku zeviyên çandiniyê li herêma El Selah av dide. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.