- Lêkoler Sedat Ulugana qismek ji nusxeyeke rojnameyeke kevin a Tirk weşand, li ser şerekî di navbera Kurdên Stenbolê û Bostanciyan de ye. Lê rojname dike nake xwe ji nijadperestiya xwe nikare bişo û stereotîpên belav ên li ser Cihûyan dike sernûçe: Cihû kengî bûn hemal!
Wêne aliyê çepê: Li studyoya wêneyan a Pascal Sebah di salên 1880´yî de li Stenbolê hatiye girtin.
Wêne aliyê rastê: Nûçeya ji rojnameyeke Tirkî ya Sedat Ulugana parvekirî.
Luqman GULDIVÊ
Beriya çendekê - 23´yê Îlona 2023´yan - akademîsyen, lêkoler û dîrokzan Sedat Ulugana, ji rojnameyeke Tirkî nûçeyek li ser hesabê xwe yê Twitter - devê min nagere bibêjim Platforma Z-parve kir. Li serqismê nusxeyê, em nabînin ka rojname ya kengî ye. Lê ji zimanê wê û her wiha çapa wê, ez ne pisporê meseleyê jî bim, tê derdixim ku nûçe di navbera salên 1950-1970´yan de hatiye weşandin. Ez nikarim ji vê û wê de biçim, lê kumê li ser “a” bi min re dibe alîkar.
Axir ez ê di warê arşîvê û belgeyê de bi vê meseleyê danekevim. Ku Sedat Ulugana ev çavkaniya xwe bi kar anî û weşand, ji xwe ev agahî wê berdest bin. Ez ê bi meseleya di vê “nûçeyê” de û awayê dîtina wê piştî bêhtirî 140 ta 170 salan dakevim. Ez nûçe dibêjim, lê mesele ne nûçeye. Bûyera di rojnameyê de M.S. behsa wê dike, salên 1810´an li Stenbolê diqewime.
M.S. bi zimanê riwayetê behsa vê meseleyê dike. Rojnameyê sernûçeya “Hamallik yahudilere ne zaman kârli gurunmuştu” (Hemalî kengî bi Cihuyan karîner xuya bûbû), li vê meseleyê kiribû. Ez li vê navlêkirinê vegerim, lê pêşî behsa meseleya di rojnameyê de bikim.
Evîna Memoyê Hemal ê Kurd
Li gorî meseleya riwayetî, di salên 1810´an de Bostanci Delî Alî piştî ku Memoyê Kurd ê Hemal dikuje, Stenbol vediguhere meydana şerî. Memoyê Kurd ê Hemal dil dikeve kesa bi navê “Şaşi Makbule” û wê direvîne. Bostanci Delî Alî li Memoyê Kurd ê Hemal digere. Gava ku Bostanci Delî Alî, Memoyê Kurd ê Hemal dibîne, di rojnameyê de diyalogege balkêş a di navbera herduyan de jî heye. Axir Memoyê Kurd ê Hemal li xwe diqewimîne û Bostanci Delî Alî jî wê kêr dike û dikuje. Herçî Kurd in, çawa bi meseleyê dihisin, di rê de kê ji Bostanciyê dibînin, dikujin.
Alî êdî li ber hev vedikevin ku êrişî hev bikin û ji hev bikujin.
Bostanciyan û hevgirên wan “Kumbaraci” nahêlin Kurd bikevin Galatayê. Kurdan jî nedihişt, Bostanci û hevgirên wan bikevin Yemiş û Balikpazariyê yanî aliyê din ê Xelîcê.
Hemalî buha dibe
Kurdên li Stenbolê Hemal bûn. Gava ew ji Galatayê bûn, ji bo Hemaliyê jî pêdivî bi xelkê çêbû. Heta li vê mintiqê ji Hemalî buhatir jî bû. Rojname behsa wê yekê dike ka çawa Cihûyan li ser vê yekê li Hemaliyê ceribandiye. Lê ji ber ku weke Kurdan xurt nînin û ji vî karî fêm nakin, heqdestê Hemaliyê zêde dibe.
Topxaneyên Osmaniyan xwe ji şer re amade dikin
Alî her diçe li hev du sor dibin. Kurd biryarê didin ku bi ser qişla Kumbaraciyan a li Kasimpaşayê de bigirin û meseleyê ji binî ve hal bikin; qet nebe gotegotên li ser vê yekê belav dibin. Kumbaraci di artêşa Osmaniyan de topxaneyan dixebitînin. Gava ku ev gotegot belav dibin jî Kumbaraci li ber qişla xwe û li ber tersaneyê topan bi cih dikin.
Dewleta “alî” aliyan li hev tîne
Wê hingê rayedarên dewletê jî êdî bi meseleyê ilam dibin. Dewlet dibîne mesele mezin bûye û meseleyê weke meseleyeke ewlehiyê dibîne û dest werdidiyê. Sadrazamê hingê dikeve navberê û kiriye ku alî li hev bikin. Heta aştiya wan jî bi şahiyeke mezin tê pîroz kirin.
Dijminatiya Cihûyan
Gava min ev mesele wiha xwend, hate bîra min ku min ne zêde ji mêj nûçeyek li ser hemalekî Cihû yê li Stenbolê xwendibû. Rojnameya heftane ya Cihûyên Tirkiyeyê Şalomê hevpeyvînek bi Alberto Cohen re kiribû; Cohen bi navê “Şeytan Beto” di nava xelkê de tê nasîn û ew li Stenbolê ji 15 saliya xwe ve Hemal bûye. Li gorî hevpeyvînê hemalekî gelekî jêhatî bûye. Heta 55 saliya xwe jî kariye barên gelekî giran jî hilgire. Paşê hem ji kalbûnê û hem jî ji ber qezayekê, hew dikare xwe bide ber barên giran. Nûçe 24´ê Adara 2021´ê bi sernavê “Hamalligin duayeni Alberto Cohen” derçûbû.
Lêkolîneke besît a li ser “google” bi xwe jî destûrê dide mirov xwe bigihîne belgeyên “hemalên cihû” yên serdema Osmaniyan ên li Stenbol û Selanîkê.
Tevî ku detayeke pirr piçûk e jî, rojnameyê “tercîha hemaliyê” ya Cihûyan kiriye sernûçe. Di nava metnê de ji devê dîrokzanekî - navê wî nehatiye nivîsandin - ev agahî eynî wiha hatiye neqil kirin: “ji ber nemana hemalan, destheq zêde bûn; ji ber vê gelek bazirganên Cihû dev ji karên xwe berdan û bûn talibê hemaliyê”. Li gorî heman çavkaniyê, ji ber ku Kurd hoste bûn û Cihû ne hoste bûn, di vî karî de bêkêr bûne.
Axir ev detaya ku çavkaniya wê jî li gorî “nûçeyê” bi xwe jî qels, bûye sernûçe. Ev yek jî tenê delîla dijminatiya Cihûyan a belav a di nava xelkê Tirkiyeya serdema “cumhuriyetê” ye. Ev stereotîpa li dijî Cihûyan, ku wan weke çavbirçî û perehez nîşan dide, ne bêguneh e û bi qestên dilxirab tê belavkirin.
Êdî ka li bendê bin, Sedat Ulugana çi dibêje. Camêr bi Kurdî jî binivîsanda, wê bikira gelek kes ji neçarî hînî Kurdî bibin. Bila vê weke gazinekê bibihîse êdî.