Nihêrînên Ocalan ên li ser Olê komkirin û çapkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 16:55

  • Pirtûka bi navê ‘Têkilî û Nakokiya Olan bi Civak û Şaristaniya Dewlet re’ bi du cildan ku ji nihêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Ol hatiye komkirin, bi Soranî hate çapkirin.

Ev pirtûk çîroka pira çandî û manewî ye ku Rêber Apo ji bo tehlîlek rast a dîroka mirovahiyê ava kiriye. Di pirtûkê de xwendineke kûr a mîtolojîk, felsefî û sosyolojîk ji bo têgihiştina pirsgirêka teolojiyê heye.
Rêber Ocalan di vê pirtûkê de olê ji serdestiya dogmatîzma îslama siyasî û tevgerên çepgir ên ateîst derdixe û olê di çarçoveya Îslama Demokratîk de ber bi diyardeyeke rasteqîn a çandî û civakî ve dibe.
Pirtûka bi navê ‘Têkilî û Nakokiya Olan bi Civak û Şaristaniya Dewlet re’ ji 723 rûpelan pêk tê û ji parêznameyên Rêber Apo hatiye komkirin. Ev pirtûk ji aliyê Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan ya Başûrê Kurdistanê hatiye amadekirin.
Niha pirtûka bi navê ‘Têkilî û Nakokiya Olan bi Civak û Şaristaniya Dewlet re’ li hemû pirtûkxaneyan li ber destê xwîneran e. ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.