Rihê kolektîf derdikeve holê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 00:47

DELAL REMEZAN / NÛJINHA / HESEKÊ

Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re di hemû warên jiyanê de bûn xwedî rol û di gelek karan de dixebitin. Komîteya Aboriya Kongra Star a bajarê Hesekê jî li herêma ku êrişên dewleta Tirk didomin, di bin dorpêç, mercên aborî yên zehmet de, bi projeyên ku ji bo îstîhdamkirina jinan xistine meriyetê, derfetên xebatê diafirîne. Komîte, ji bo jin tevli jiyana xebatê bibin û di warê aborî de paşeroja xwe bixin bin temînatê, derfetên cur be cur pêşkêş dike. Komîteyê bi atolyeya dirûtinê, fabrîkaya ku 35 jin tê de dixebitin ava kir. Li kampa Waşokanî û Al- Taleayê firinan vekir û ji bo jinan derfetên îstîhdamê zêde kir. Salma Ahmed, a ku di rêveberiya Kongra Star a Bajarê Hesekê cih digre da zanîn ku bi projeyên aborî yên ku li vê herêmê xistine meriyetê armanca wan ew e mirov têra xwe bikin û îstîhdamê zêde bikin û got:“Armanca sereke ya projeyên aboriyê ew e ku jin kerhatiyên xwe keşf bikin, bêyî alîkariya kesên din bikaribin li ser lingên xwe bisekinin, têra xwe bikin. Bi van proyeyan em hewl didin jinan bikin hevkar, ruhê kolektîf derxin holê û bi pêş bixin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.