Bi dirûşma “Bi rengên jina ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin”, Mihrîcana 3’yan a Şehîd Stêrvan li bajarê Kobanê hat lidarxistin. Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê li daristanekê Kobanê mihrîcan da destpêkirin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Mezgîn Xelîl got: “Bi ruhê berxwedana Kobanê em vê mihrîcanê li şehîdan pîroz dikin û dibêjin, faşîzma Tirk her çiqasî êrişên xwe li dijî Kurdistanê zêde bike, em ê asta têkoşînê bilind bikin heta serketinê bi dest bixin.”
Mizgîn bal bire ser berxwedana jinan a li hemberî dagirkerî û faşîzmê û got, jina Kurd bi bingehê ramana Rêber Abdullah Ocalan, bi ruhê jin û ciwanan gelê Kurd bi ser bixe.
Dayika şehîd Destîna Fîras Kobanê, Xezale jî mihrîcan li haziran pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir.
Li meydana mihrîcanê pêşangeheke pirtûkan hate vekirin, pêşangeheke alavên kevn ên jinên Kurd û xwarinên gelerî jî hat vekirin.
Koma stranan a Hîlala Zêrîn û hunermend Lêgerîn stran gotin. Paşê koma zarokan a navçenda Çand û Huner a Baqî Xido govendên Kurdî pêşkêş kirin.
Koma Şehîd Stêrvan jî şanoyek li ser berxwedana gerîlayên YJA Starê pêşkêş kir. Koma stranan a Hîlala Zêrîn a ji Şehbayê û koma Hîlala Zêrîn a govendê berhemên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de Koma Botan a navenda Baqî Xido stran gotin.
Mihrîcanê du rojan dewam kir û çalakiyên spûorê jî hatin lidarxistin.
ANHA/KOBANÊ