Li keviya mirinê nihêrîneke dawî ya li wênegiriyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Kanûn 2022 - 05:54

  • Roland Barthes beriya mirina xwe xwestibû bi pirtûka xwe ya “Camera Luciada- Nirxandinên li ser wênegiriyê” pirsa “Fotograf” çiye bibersivîne. Têkiliya di navbera mirin û wêneyan de serê wî pirr mijûl dikir û dixwest li ser vê yekê pirtûkek binivîse. Ji xwe wî wênegiran jî weke “ajanên mirinê” bi nav dikir.

ARDÎN DÎREN

 

Ji mêj ve ye ev pirs tê kirin, “Fotograf çi ye?” 

Li ser vê pirsê kesên weke Walter Benjamîn, Roland Barthes û Susan Sontag serê xwe gelekî êşandin û bi teoriya wêne û wênegiriyê daketin. Her yekî bi têgehên nû, qonaxên wênegiriyê nirxandin û kirin ku em bi çavekî çê li fotografan binihêrin. Yanî wan bingehê fotografan danî û bergehên nû nîşanî me kirin. Em bi saya serê nirxandin û têgehên wan îro baştir fêhm dikin bê ka fotograf ji me re çi dibêjin û çi nabêjin. Li vir, dixwazim behsa Roland Barthes bikim, beriya mirina xwe ew li ser meseleya fotograf û mirinê sekinibû. Têkiliya di navbera mirin û wêneyan de serê wî pirr mijûl dikir û dixwest li ser vê yekê pirtûkekê binivîse. Jixwe, wî wênegir jî weke “ajanên mirinê” bi nav dikirin. Barthes, xwestibû bersiva pirsa “Fotograf çi ye” bide û bi vê xemê pirtûkek nivîsand. Çi tiştekî xerîb, piştî wî pirtûka bi navê “Camera Luciada- Nirxandinên li ser wênegiriyê” temam kir kiras guherand û konê xwe ji nav me bar kir.  

Ma ne, jixwe peyva “îmaj” jî ji maskeyên miriyan yên bi navê “îmago” ên Romayî dihat. Wênegir jî bi awayekî mekanîk îro heman tiştî dike; kêliyên demê mohr dike û weke îmajên mirî yên zemanên bihurî di albûma jiyana me de bi cih dike. Têkiliya di navbera fotograf û mirinê de diçe heta bi dîroka Yewnanîstana kevnar û xwedî bingehekî felsefî ye. Barthes vê felsefeyê bi hevokên darîçav rave dike, belkî jî ew bi mirina xwe hisiyabû û beriya koç bike jê vê dinyaya kambax, dixwest bi “îmago”yekî bêhempa tim di bîra me ango albûma teoriya wênegiriyê de bimîne. Ji lewre, nirxandinên wî yên derbarê wênegiriyê de, weke nihêrîneke dawî ya li wênegiriyê nirxandinên gelek bi qîmet in.   

 

Tengezariya kirdewar a asê mayî

Pirtûka Barthes ya bi navê “Camera Luciada” ji du beşan pêk tê. Di her beşê de 24 nirxandin ango nivîs hene. Wî bi zanebûn di her beşê de 24 nirxandin kirine. Ji ber ku di sînemayê de, di saniyekê de 24 wêne di ber çavên me re dibihurin. Her nivîseke Barthesî jî weke wêneyekî derbas dibe di ber çavên me re. Kurt û bi derb nivîsiye. Barthes li ser her nivîsê baş ponijiye û li hevokên xwe pirr baldar e. Zêde dirêj nake û nihêrînên xwe yên derheqê fotografan de bi yek derbî dibêje. Dema mirov bi giştî li nivîsan dinihêre û dixwîne, mirov dibîne ku Barthes behsa tengezariya xwe ya kirdewar dike, ya ku di navbera vebêjerî û rexnegiriyê de asê bûye. Ev asêbûna wî dike ku li ser teorî û wêjeya fotografan bisekine û binivîse. Yanî bi gotineke din, wî weke kirde û ferdekî vê dinyayê dixwest xwe ji tevlîhevî û dudiliya jiyanê xelas bike. Bi nirxandin û şirovekirina fotografan, teorî û têgehên nû bi pêş dixistin. Nexasim jî pirtûka wî ya dawî mînakeke herî bi tesîr ya li ser van babet û meseleyan e.

Heger em li pirtûka “Camera Luciada” vegerin, em ê bibînin ku Barthes di pirtûkê de behsa du peyvên sereke ango têgehan dike. Ev têgeh “Studium” û “Punctum” in. Têgehên ku em ê li ser wan bisekinin û ji hev bikin jî ev her du têgeh in. Ev her du têgeh ji bo mirov karibe ji wêneyan têbigihîje û li wan bikole dê ji me re bibin alîkar. 

 

‘Studium’ 

Li gorî Barthes ev têgeh, di bin bandora çand, zanyarî û exlaqê polîtîkayê de ye. Yanî sînorên “studium” tên zanîn û ew ji xelkê ra “nas” tê. Mirov li gorî zanîn, çand û rêuresmên xwe ji fotografan hin maneyan derdixin. Fotografên ku “studium” di wan de hene, bêhtir zanyariyên dîrokî dihewînin. Mirov dikare wan weke belgeyên rasteqîn yan jî delîlên rastiyê jî bibîne; ji lewra fotografên ku “studium” bi wan re hene, ji hêla etnolojî, antropolojî û biyolojîyê ve hatine tesnîfkirin. Mirov dikare bibêje, ji her awayî ve wêneyên xwedî “studium” temamkirî ne û hîs û hestên cuda zû bi zû nikarin bi mirovan re çêkin. Barthes çanda “studium”ê wiha dinirxîne; “Studium di navbera hilberîner û bîner de weke peymanekê ye. Studium di dawiya dawî de bi van peyvan tê manedarkirin, hez dikim yan jî hez nakim!” Bi gotina Barthesî, ew tenê “îdare” dike û ji dêvla mirov evîndarê wê bibe, mirov tenê dikare jê hez bike. Ti carî nayê asta evîndarîyê û weke xwestekeke “kêm” dimîne bi mirovî re! 

‘Punctum’ 

Barthes li hember têgeha “studium” têgeha “punctum” bi pêş dixe û dibêje, “punctum” “studium”ê qul dike û derbas dike! Peyveke bi zimanê Latînî ye û tê maneya, gezkirin û qulkirinê. Ew weke “studium”ê ji agahî û belgeyên dîrokê pêk nayê. Bi kurtasî weke kiteyekê, “hûrgiliyek”ê jî mirov dikare binirxîne, hûrgiliyeke di fotografekî de bêhemd hatiye bicihkirin. Her wiha “punctum”a fotografekî li gorî herkesî diguhere û her kes bi heman awayî hin tiştan nabîne. Her kes li gorî tecrûbe û ezmûnên xwe li fotografekî dinihêre û hin tiştan hîs dike. Dawiya dawî, ev “punctum” gelek caran dibe ku tiştên ji rêzê bin û haya kesî ji wan jî tine be. Her wiha dibe ku ne tiştekî “baş” be jî. Dîsa dibe ku tu kesî ew ferq jî nekiribe. Punctum li gorî exlaqê heyî tevnagere û bi serê xwe tiştek e. Ew bi qaîdeyan nayê pênasekirin yan jî nîşankirin. Heta kemaraya ku dîmenan qeyd dike jî ew ferq nake û nizane “punctum” di kîjan quncika fotograf de veşartî ye. Ji ber ku ew bi aweyekî hêsan nayê pênasekirin, Barthes wê bi peyva “birîndarkirin”ê tîne ziman. Yanî ew hûrgiliyên di fotografan de yên ku me birîndar dikin, ha punctum ew in! 

Studium û pucntum bi hev re jî dikarin di wêneyekî de hebin û ev yek li gorî nihêrîna bîner derdikevin holê. Li gorî şêwe, bîr û hefizeya bîneran. 

 

‘Mîrateya çav’ û subjektivîzm

Barthes di beşa 21’ê de dema wêneyekî dinirxîne, dibêje, “Ez hemû zanyarî û çandan bi paş ve vedigerînim. Ji xeynî mîrateya çavên xwe jî tiştekî din weke mîrate qebûl nakim.” Barthes di pirtûka xwe de gelek nirxandinên baş dike, lê ew herî zêde bi vê gotinê reng û ditinên xwe eşkere dike. Ev mîrateya çav çi ye gelo? Û çima ewqasî girîng e? Helbet têgihîştina her kesî cuda ye dema li fotografekî dinihêre û dinirxîne. Barthes di vir de dixwaze behsa niherênîke şexsî bike. Yanî ew kirdewarî yan jî subjektivîzma kesayetî derdixe pêş û ji bo wî ya girîng ew şêweyên dîtinê yên ferdî ne. Naxwaze li gorî hin kodên civakî li wêneyekî binihêre û tenê di ser meseleyên civakî re fotografan binirxîne. Ji bo wî, hafize ango “bîra ferdî” jî girîng e. Jixwe, punctum jî ji vê pencereya “bîra ferdî” dinizile û dibe delaliyê ber dilê mirov. Êdî ew yek her çi dibe kes nizane, di her wêneyî de bi awayekî din derdikeve pêşiya me û dilê me dax dide bi tesîra xwe.

‘Punctum’ nehatiye kodkirin!

Xaya Barthesî di vir de “punctum” bi xwe ye, ji lewre li gorî nirxandina wî “studium” tê maneya objektivîzmê. Ev objektivîzm jî dikare “mîrateya çav” ji holê rake û tine bike. Lê “punctum” dilê mirov, ruhê mirov dax dide û xwe ber dide nava rehên me yêîn xwînê, bêyî ku destûrê ji me bixwaze. Ji lewre, punctum tiştekî hizrî ye. Hema wisa bi carekê û ji nişkê ve li ber çavên mirov dibiriqe û hesteke kûr bi mirovan re çêdike! Punctum tiştekî wiha ye ku maneya wê tenê di hizir û hisên mirovî yên şexsî de veşartî ye. Li gorî Barthes “Studium” sînorên hin babetan diyar dike û hatiye kodkirin, lê berovajî vê yekê “punctum” nehatiye kodkirin. Ji wê tenê bi his û hestan dikare were fêhmkirin. 

 

‘Warekî serbixwe ava dike’

Li gorî nihêrîna Barthes, punctum, dikare bi bandora xwe “warekî serbixwe” ava bike ji bo bîner. Bîner jî bi saya vî warê serbixwe dikare li hemberî fotografekî bibe kirde û xwe çalak his bike. Ji lewre, di van demên dawiyê de her ku diçe resenî ji holê radibe û bi riya teknîkê fotografek dikare heta hetayê were kopyakirin û zêdekirin. Her wiha wênegiriya li studyoyan û ya profesyonel dike ku “punctum” ji holê rabin û fotograf ji hurgiliyên rêzê dûr bikevin. Ji lewre li gorî nihêrînên Barthes êdî di van fotografan de her tişt “temam” bûye û hatiye pênasekirin. Ew ji wênegiriya amator hez dike û dibêje, wênegirên amator her tim bêhtir nêzî “noema”ya fotografekî ne. Barthes dibêje, tiştekî ku ez karibim bi hêsanî pênase bikim, ti carî nikare dilê min dax bide û bibe delaliyê ber dilê min. Jixwe, tiştên “temam”bûyî jî zû bi zû nikarin ji bo bîner qadên serbixwe ava bikin.  

 

Satorî, haîkû û asoyên Barthes

Ji ber van sedemên li jor, Barthes peyva “satorî” ku tê maneya hişyarbûn û ronîbûnê jî ji bo “punctum”ê bi kar tîne. Ew bi vê peyvê dixwaze balê bibe ser hûrgiliyên “punctum”ê yên ku mirovan hişyar dikin û tînin ser hişê xwe! Barthes, wênegiriyê weke helbestên “Haîkû” yên Japonî jî dibîne. Ew bi van peyvan asoyên nû ango şêweyên dîtinê yên cihê pêşkeşî me dike û dîsa berê me dide “punctum”ê. Helbestên “Haîkû” jî dişibin kêliyên ji nav jiyanê. Çawa ku di van helbestan de hin tişt rasterast nayên eşkerekirin û helbestvan dixwazin xwîner bi saya hevokan hin maneyan temam bikin, wêne jî divê bi heman awayî werin girtin û ji bîner re valahiyeke ku ew xwe tê de bibînin, bihêle. Axir divê her kes cehdekê nîşan bide ji bo karibe ji berhemekê (nexasim jî fotograf) fêhm bike û maneyekê lê bar bike. Ev yek jî, bi taybetî ji bo tiştên dîtbarî girêdayî “mîrateya çav” e. 

Ji lewma jî ew çavên dixwazin li hemberî tiştên dîtbarî matmayî nemînin, divê xwe bigihînin ser hidûdê ramanên Barthes û paşê biryarê bidin bê ka ber bi kîjan zeviyê ve herin û li kîjan asoyî binihêrin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.