Beşdara herî piçûk a mihrîcanê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 00:58

BÎSAN RESÛL / ANF / QAMIŞLO

Êlîn Mihemed Osman a ku bi temanê xwe 14 salî ye, bi hunera xwe ya destan tevlî Mihrîcana Huner û Wêjeya Jin bû. Beşdara herî biçûk a mihrîcanê Êlîn Osman e. Cara yekem tevlî mihrîcanê dibe û bi vê gavê re pir kêfxweş bûye. Êlîn Osman gelek hunerên cur bi cur dîtiye, lê ji ber ku bi xwesteke hunera xwe pêş bixe bi baldarî mêze li hemû hunerên li mihrîcanê dike û ji bo xwe pir mînakan ji van huneran digre.

Êlîn Osman derbarê hezkirina xwe ya hunera destan û kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê de axivî. Êlîn Osman di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku hezkirina wê ji bo hunera destan pir mezin e û her dem dixwaze vê hunerê pêş bixe û wiha got: “Dema emrê min 10 salî bû min pir ji hunera destan hez dikir. Dema gihîştim 12 saliya xwe êdî min biryar girt ku ji xwe re morîk û ta bînim da ku karê destan pêş bixînim.”

Şaşîtî mirov ber bi pisportiyê ve dibin

Êlîn Osman diyar kir ku ew di destpêkê de pir zehmetî dikşandin ji ber ku bi vî karî baş nizanî bû, piştî ku her roj ev kar kir û xwedî hezkirinek mezin bû ev zehmetî roj bi roj derbas dike û wiha pêde çû: “Di malbata min de kesek ku van karan çêbike tune bû. Ez xwe bixwe fêr bûm. Çi kar be eger mirov şaşîtiyan neke nikare pispor jî bibe. Min jî gelek şaştî di vê hunerê de kirin. Heya roja îro şaştîyên min hene lê ez nahêlim ev yek hezkirina min ji karê min re kêm bike. Gelek tiştan çêdikim. Mînak bazin, gustîlk, zincîr tiştên ku dîwaran dixemilînin û hwd. Amûrên ji bo min pêwîst jî morîkên reng bi reng, cûreyên ta ne.”

‘Di mihrîcanê de tiştên xweşik hebûn’

Êlîn Osman got ku ev yekemîn mihrîcane ku ew tevlî dibe û wiha hestên xwe anî ziman: “Bi rastî dema xelk dihatin û ji min re digotin karê te pir xweşik e ev ji bo min serfirazî bû. Dema ez tevlî mihrîcanê jî bûm ne ji bo ku ez tiştên ku çêdikim bifiroşim tevlî bûm. Ji bo hîn bêhtir nêrînin gel li ser hunera xwe bizanibim, hunerên cûda bibînim û fêr bibim tevlî bûm. Di vê mihrîcanê de pir tiştên xweşik hebûn.”

Êlîn Osman di dawiya axvatina xwe de got: “Daxwaza min ew e ku ez jî wek van kesên pispor xwe pêş bixim û civak jî ji karê min hez bike. Ez bi hêvî me ku her kes xwe pêş bixe û çanda xwe nas bike. Pêwîste em bi hev re karek baş ji bo civaka xwe pêşkêş bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.