Rûpoşên rêûresmên antîk

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Çile 2025 - 00:51

  • Wênegira bi navê Ashley Suszczynski daye pey xeyalên zarokatiya xwe û li seranserê Ewrûpayê wêneyên rêûresmên antîk digire. Di wêneyên ku girtine de fîgûr, rûpoş û cilûbergên pirr balkêş hene ku mirov dibin demên berê. 

Wênegira bi navê Ashley Suszczynski ji zarokatî ve ji hunerê hez kiriye û di her fersendê de berhemên hunerî çêkiriye. Nexasim jî ji kaxiz û cilan pêlîstokan çêkiriye ku ev pêlîstok bêhtir dişibiyan bûklaniyan. Wê van pêlîstokên xwe tevî dapîra xwe nîşanî xelkê daye û lîstikên cuda pêşkeşî xelkê kiriye. Piştî salan ev hezkirina wê ya ji bûkokeyan re veguherî hezkirina xeyalên zanistî û ji afrîdeyên ku bûne efsane hez kir. Ev meraqa wê ya ji xeyalên zanistî û fîgûrên efsane re di rêzewêneyên wê yên bi navê “Masked Traditions” (Rûpoşên Rêûresman) de xwe bêhtir nîşan didin. Ew bi van wêneyên xwe bi folklora antîk a Ewrûpa daketiye û vê folklorê bi awayekî dîtbarî nîşanî xelkê dide.

Ashley Suszczynski bi awayekî tesadûfî dest bi girtina van wêneyan kiriye. Ji bo destpêka vê projeya xwe ew dibêje; “Beriya çend salan li Bakurê Spanyayê baloyeke bi navê ‘La Vijanera’ hatibû lidarxistin û çavê min bi çend wêneyên li baloyê ket. Fîgûr û karekterên li vê baloyê eynî weke yên zaroktiya min bûn. Di nava van karekteran de ji afrîdeyên bi pirç ên antropomorfîk bigirin heta bi periyên ji dar gelek fîgûr hebûn. Her wiha hin fîgûrên ku ruhê daristanan îşaret dikirin jî hebûn. Ji bo ez karibim vê baloyê ango rêûresmên berê baş bişopînim min biryar da ku ez her hefte herim Spanyayê. Bi vî awayî girtina van wêneyan bû nexweşiyek û min nekarîbû dev ji girtina van wêneyan berdim.”

Li bajarên Ewrûpa digere

Ashley Suszczynski piştî çavdêriyên xwe yên li Spanyayê vê carê li hemû bajarên Ewrûpa geriya û di van gerên xwe de bêhtir hay ji dîrok, karakter, rêûresm û sembolên antîk ên Ewrûpî çêbû. Ji bo karibe rêûresmên Ewrûpî yên antîk baştir binase gelek caran tevlî rîtûel û ayînan jî dibe. Ji bo vê tevlîbûna xwe jî ew dibêje; “Festîvalên rêûresman ku ez tevlî wan bûm gelemperî bi temayên guherîna demsalan, zayîn, jiyan û mirinê dadiketin. Temayên wan ên hevpar ev bûn. Lê dikarim bibêjim ku li her gundekî li gel jiyana nûjen rîtûelên antîk ên resen jî hebûn. Ev rîtûelên resen êdî weke rêûresmekê tên lidarxistin û di van rîtûelan de rûpoşên pirr balkêş tên çêkirin ku ew îfadeya jiyan, tirs û hêviyên berê ne.”

Rûpoş û cilûberg îfadeya çandên antîk in

Ashley Suszczynski di her ayîn û rîtûlekê de rûpoşên ji hev cuda dibîne û bi van rûpoşan diçe zarokatiya xwe; “Gava ez tevlî van rîtûelan dibim û wêneyan digirim çawa ku ez çûbûm zarokatiya xwe û bi karekterên çîrokan re jiyabim li min tê. Ez wisa hîs dikim. Ez van çîrok û rêûresmên fantastîk bi aweyekî besît najîm her wiha wêneyên wan digirim û parve dikim. Ev yek ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.” Ji bo vê projeyê ew bi dorê diçe Spanya, Bulxarîstan û Portekîzê. Li van welatan cilûberg û rûpoşên balkêş dibine. Kesên ku van cilûbergan li xwe dikin û bi rûpoşan digerin serpêhatiyên kevn tînînin bîra xelkê û rêûresmên berê bi vî awayî zindîtir dikin. Ji lewma her rûpoşek an jî cilûbergek tiştekî îfade dike û mirov derdixin rêwîtiyekê.

Rêwîtî û pêvajoya girtina wêneyan

Ashley Suszczynski wiha behsa rêwîtî û pêvajoya girtina van wêneyan dike; “Li kîjan welatî rîtûel hene û di van rîtûelan de rûpoş an jî cilûbergên bi çi awayî hene êdî ez dizanim. Ji bo karê xwe baş bikim û wêneyên xweşik bi dest bixim beriya biçim van welatan ez li çanda wan welatan dikolim. Paşê dest bi rêwîtiyê dikim û bi vî awayî şahî dest pê dike ji bo min. Gava ez derdikevim rêwîtiyê çalakî li kur werin organîzekirin ez diçim wir. Ev çalakî hin caran festîval û hin caran jî karnaval in. Lê a muhim ewe ku ez çawa bi hûrgiliyan dadikevim û fîgûrên xwe dibînim. Ev jî karê min e. Heta ji min tê çavkaniyên xwe fireh digirim û meseleya ziman jî gelek caran bi rêbazên cuda çareser dikim. Her wiha gelek caran jî bi rêya googleyê ez xwe digihînim van kesan û wêneyên wan digirim.”

Dilsozî û parvekirina çandê

Ev proje an jî wêne ji bo  Ashley Suszczynski gelek tiştî îfade dikin. Maneya van wêneyan ji bo xwe wiha rave dike; “Gava min van wêneyan girt gelek hevalên min çêbûn ku ez ê qet wan jibîr nekim. Heger enerjî û dilsoziya wan nebûya û çanda xwe bi min re parve nekirina ev proje nediçû serî. Hemû jî mirovên bi rûmet bûn. Pirr hez dikirin ku çanda xwe parve bikin. Bi vî awayî çanda wan bêhtir hate nasîn û belavkirin. Ji xwe wan jî vî tiştî dixwest.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.