Siya darekê ya di gola avê de gelek caran hestên xweşik ava dike du ruhê insanan de. Nexasim jî demsala payîzê gava pelên daran diweşin erdê û di kortikên avê de avejeniyê dikin. Her çend weke tiştên ji rêzê werin xuyakirin jî wêneyên bi vî rengî hestên tenik û kubar dafirînin û xwedî tesîr in. Malpera bi navê CUPOTY jî her sal xelatê dide wêneyên ku ji nêzîk ve tên girtin. Malperê îsal jî ji wênegiran xwast di tiştên ji rêzê de xweşikiyê bibînin û li ser vê yekê temaya xwe diyar kir. Ji lewma navê temaya xwe kir; “Tiştekî xweşik.”
Wênegira bi navê Linda Repasky jî bi iPhone 16 Pro Max vî wêneyê xweşik ê li jor girtiye ku tam li gor temaya malperê ye. Avakarê CUPOTY ji bo wêne da got; “Ev wêneyê ku Linda girtiye nîşan dide ku bêyî ekipmanên mezin jî mirov dikare wêneyên tiştên xweşik bigire. Divê hin caran mirov karibe lez û beza xwe ya rojane daxîne da ku karibe bala xwe bide ser tiştên xweşik ên di nav jiyana rojane de.”
NAVENDA NÛÇEYAN