Rakirina ceza têra geşkirina aboriyê nake

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 21 Gulan 2025 - 00:52

Serokê DYA’yê cezayên li ser Sûriyeyê rakirin. Aborînasan gotin:"Tevî girîngiya biryara Amerîkayê, bandora wê dê yekser nebe. Lê belê dem û nîşaneyên baweriyê jê re divê."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump 13'ê Gulanê li Riyadê ragihand ku cezayên ku li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin, rakirine.

Têkildarî encamên vê biryarê û bandora wê ya li ser rewşa aborî ya xirab a Sûriyeyê, aborînas axivîn.

Lêkolînerê aboriyê yê Sûriyeyê Mihemed El Selûm wiha got: "Tevî girîngiya biryara Amerîkayê, bandora wê dê yekser nebe. Lê belê dem û nîşaneyên baweriyê jê re divê. Veberhêner tenê bi ragihndineke siyasî baweriyê nayinin; ew li hawîrdoreke qanûnî ya zelal, saziyên bibandor û rewşa aramiya navxweyî digerin. Ji ber vê yekê, niha ev biryar tenê destpêk e, ne xeta dawiyê ye. Li gorî nîşanên destpêkê, eger bi aqilmendî were bikaranîn, dikare sektorên bazirganî, vegueztinê, çandinî û pîşesaziya sivik geş bike û gav bi gav baş bike. "

Mamosteyê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Hemayê Dr. Ebdulrehman Mihemed jî got: "Rakirina cezayên li ser Sûriyeyê guhertineke mezin e di siyaseta Amerîkayê de li hember Sûriyeyê, bi taybetî piştî çend salên ambargoya aborî ya ku xirabûna rewşa Sûriyeyê girantir kir. Bi rastî, ev yek dibe sedema vekirina deriyên nû bo nûavakirinê û başkirina rewşa mirovî, lê ev jî girêdayî danûstandinên aloz ên siyasî û navneteweyî ye. Rakirina cezayên Amerîkî gaveke sembolîk e ku dibe hinekî êşan sivik bike, lê rizgarkirina aboriya Sûriyeyê bêyî rakirina cezayên Ewropî û pêkanîna reformên pêkhatî têrê nake.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN /YEHYA EL HEBÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.