Hejmar û darên Charles Gaines

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Adar 2025 - 00:43

Hinek motîf hene piştî demekê dibin nasnameya hunermendan û ew bi van motîfên xwe tên naskirin. Ji bo hunermend Charles Gaines jî motîfa darê ya ku tim dubare dike bûye nasname û ew bi motîfa darê tê naskirin. Charles Gaines ji salên 1970’an heta îro bi hunera hevçax û têgehî re mijûl e. 

Niha jî motîfên wî yên daran ku bi şêwazeke cihê hatine sêwirandin di pêşangeha wî ya bi navê Charles Gaines: Numbers and Trees” (Hejmar û Dar) de li Mûzexaneya Phoenix a Hunerê ki li Arîzonayê ye, tên nîşandan.

Organîzma û tiştên bi vî rengî her tim bala Charles Gaines birine ser xwe. Ew van organîzmayan bi awayekî rêk û pêk tîne gel hev û jê hunerekê ava dike. Ji bo karibe van daran ango motîfên cuda çêbike serê ewil fîleyekê hazir dike û paşê li ser van fîleyan hejmaran bikartîne. Ew bi van hejmaran û rengên cuda van daran teswîr dike. Ji lewma hejmar û reng du malzemeyên sereke ne ku mirov dikare weke havênê motîfên van darên wî jî bibîne.

Charles Gaines bi tonên pembe, sor û şîn van daran çêdike. Gava ew van tonan ava dike ango van darên xwe teswîr dike bi hezaran hejmaran tîne gel hev ku her yek weke nuqteyekê ne. Ji nêz ve weke nuqteyekê ne û bê mane ne lê gava mirov ji van nuqteyan dûr dikeve û bi awayekî giştî li wêneyan dinihêre mirov baş dibîne bê ka ev reng, hejmar û nuqte çawa hevdu temam dikin û çavên me bi estetîkeke cuda têr dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.