Feysel Hesen Qadir ku yek ji wênegirên herî navdar yên bajarê Hewlêrê ye, zêdetir ji çarîkê sedsal ezmûn di warê fotografê de heye û di sala 1970’yî de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Wî di destpêka salên 1980’î de dest bi karê kirîn û firotina kamerayan kiriye û ji salên 1990’î ve, bi tamîrkirina kameran û fotografê re mijûle û heta niha jî berdewame.
Feysel Hesen Qadir, piştî ku kurseke perwerdeyî li ser kameraya Reflex werdigire, heskirina wî zêdetir ji bo pîşeya wî peyda dibe û şarezayiyeke temam li ser kamerayan peyda dike û piştî demekê jî fêrî şûştina wêneyan dibe.
Feysel Hesen Qadir ku demekê Serokê Komeleya Wênegiran ê Hewlêrê bûye, kariye şiyana xwe di piraniya şêwazên cûr bi cûr yên wênegiriyê de pêşbixe û belgeyên şarezayiyê di fotorafên rojnamevanî, klasîk, makro, felekî û portret de bi dest xistine. Her wiha pêşangeha kamerayan û fotografên kevin jî vekiriye ku beşeke girîng ya dîroka vê hunerê li Kurdistanê nîşan dide.
‘Berê ev kar şarezabûn dixwest’
Derbarê cudahiya navbera fotorafên kevn û nû de, Feysel ronahiyê dixe ser wan guherînên mezin yên di warê teknolojiya fotografê de pêk hatine û dibêje: “Kamerayên kevn karkirina wan zehmetir bû li gor kamerayên dîjîtal yên niha, diviya hemû amûrên kamerayê te bi xwe saz bikira, wek kamerayên niha nîne ku hemû tişt li ser ekrana wê be, ji ber vê wênegir diviya gelek şareza bûya.”
Feysel Hesen li ser kamerayên cûrbicûr xebitiye. Navê kamerayên ku xwe bi wan re mijûl kirirye ev in; Zenit, Nikon, Yashica, Praktica, Villa’ û paşê jî kamerayên ‘Kodak, Polaroid’ ku taybetmendiyeke wan a taybet hebûye ji bo derxistina rasterast a wêneyane.
Bi pêşveçûna berdewam a kamera û teknolojiya fotografê, Feysel Hesen xwe weke şahidekî zindî yê guherînên hunera wênegiriya Kurdî dibîne. Feysel heta niha jî di veguhestina ezmûnên xwe de ji bo nifşên siberojê kare xwe bi eşqeke mezin didomîne.
ROJNEWS/HEWLÊR