CPT: Baregehên xwe zêdetir dikin

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:50

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman, di derbarê encamên serdana tîma CPT ya ji bo deverên sinorî yên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de ku bi salane di jêr êriş û bombebaranên dewleta Tirk de ye, her wiha bandora banga dîrokî ya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ya li ser herêmê de axivî. Kameran Osman da diyarkirin ku heftiyek piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal, artêşa Tirk rêjeya êriş û bombebaranên xwe li gor heftiyek berî banga 27’ê Sibatê ji sedî 145 zêdetir kir û got:“Di meha Adarê de 118 êriş û bombebaran pêkhatin. Di meha Nîsanê de 210 êriş pêkhatin, di meha Gulanê de 510 êriş, di meha Hezîranê de 550 êriş, di meha Tîrmehê de ku gerîlayan bi merasîmek sembolîk çekên xwe şewitandin rêjeya êrişan kêm bû, 18 êriş û bombebaran pêkhatin. Di meha Tebaxê de 16 êriş pêkhatin, di meha Îlon û Cotmehê de jî ti êriş pêknehatine. Ji sala 2015’an ve me qet têbînî nekiriye ku di mehekê de Tirkiye ti êrişek pêkneyîne. Ger em êrişên îsal û par bibin beramberî hev, rêjeya êrişên Tirkiye îsal zêdetir bû li gor par tevî ku par ti pêvajoyek aştiyê nebû jî. Îsal tevî pêvajoya aştiyê heye, hezar 696 bombebaran pêkhatine, lê par tevî pêvajo nebû jî hezar 548 êriş pêkhatin. Par di encama êrişên Tirkiye de 35 sivîl bûn qurbanî, lê îsal hejmar kêmtire û 6 welatî bûne qurbanî.”

Bi betonê qayîm dikin

Kameran Osman eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê 139 baregeh û navendên leşkerî yên artêşa Tirk hene û got:“Artêşa Tirk sud ji pêvajoya aştiyê dîtiye, derdora hemû baregehên xwe yên leşkerî dîwarên beton didayne û pîstên helîkopteran li nava van baregehan de çêkiriye. Rê û cadeyên di nava van baregehan de çêdike. Di vê çarçoveyê de jî di nava du mehên borî de dewleta Tirk gelek dar birîne. Di hinek rojan de nêzî 90 traktoran darên li deverên Zap, devera Nêrwe û Rêkaniyan birîne û veguhestine nava sinorên Tirkiyeyê. Van daran dibin kargehên li Tirkiyeyê ji bo kursî, qenefe û mêzeyan bikartînin, van amêrên bi van daran çêdike carek din dişîne bazarên Başûrê Kurdistanê. Yanî darên me difiroşin me.”

183 gund bi temamî vala bûne

Têkildarî astengiyên artêşa Tirk ên li pêş çûna welatiyan a ser gund û baxên xwe, Kameran Osman got:“Li Herêma Kurdistanê hezar û 190 gundên ku ji êriş û bombebaranên Tirkiye bandor bûne hene. Ji vana 183 gund bi temamî vala bûne. Ji dema pêvajo despêkirî jî ti welatiyek nekariye vegere van gundên valebûyî. Divê jêrxana aborî ya li van deveran li berçav bê girtin. Ji berku mizgeft, dibistan, nexweşxane û xaniyên welatiyan hilweşiyane. Ger pêvajoya aştiyê pêk were, divê Herêma Kurdistan jî beşek be ji vê pêvajoyê. Pêwîste hemû baregeh û navendên leşkerî yên Tirkiye li nav xaka Başûrê Kurdistanê bên valakirin. Welatî vegerin ser gund û erdên xwe. Divê artêşa Tirk tazmînata welatiyan bide. Hikûmeta Herêm û Iraqê jî ji avakirina gundan û vegerandina welatiyan a ser gundan berpirsyarin.”

Mesîhî nikarin îbadeta xwe bikin

Têkildarî gundên Mesîhiyan yên li Behdînanê û wêrankariya dewleta Tirk a li deverê jî Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman got:“Bi dehan gundên Mesihiyan li ser xeta sinor hene û ev gund vala bûne. Par du kilîse li Herêma Kurdistanê hatin hilweşandin. Ji ber bombebaranên artêşa Tirk Mesîhî nikarin li Dola Nehle û Berwarî Bala merasîmên xwe yên olî bikin. Ji ber vê çendê Mesîhiyên deverê jî mîna Kurdên Misilman bûne armanca êrişan.” Di dawiya axaftina xwe de jî Kameran Osman got:“PKK’ê piştî banga birêz Ocalan tenê 11 çalakiyên bersivdanê pêkanîne, ew jî artêşa Tirk êrişî ser wan kiriye wan jî bersiv dane. Amarên li ber destê me wisan dibêjin ku pêwîste hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li vê xakê xwedî derkevin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.