Kurd xwedî pozîsyoneke girîng in

Duşem 28 Nîsan 2025 - 02:55

Îsraîl, Yewnanistan û Rêveberiya Rûman a Başûrê Qibrisê ji bo gaza xwezayî ya Rojhilatê Behra Spî veguhêzînin Ewropayê, dixwazin “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” bixin meriyetê. Proje hedef dike ku çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilatê Behra Spî bi ser Qibris û Gîrîtê derbasî Yewnanistanê bike. Ji bo vê projeyê di 2’ê Çileya 2020’ê de îmze hatin avêtin û hat ragihandin ku xeta boruyê wê bi dirêjiya hezar û 900 km’an be. Tê hedefkirin ku salane 10 milyar metrekupên gaza xwezayî veguhêzîne û ji bo vê 7 milyar dolar pere jê re hatiye veqetandin. Hem ji ber dijderketina Tirkiyeyê, hem ji ber ku DYE’yê piştgiriya xwe vekişand û ji hêla din ji ber hevsengiyên jeopolîtîk, proje hêj neketiye meriyetê. Lê belê li gorî agahiyan, di encama xebatên dîplomatîk ên Yewnanistan û Îsraîlê de, ji bo ev projeye bikeve meriyetê her 3 welat dîsa ketin nava tevgerê. Rojnameger Cafer Tar têkildarî mijarê axivî.

Piştperdeya dîrokî 

Tar, da zanîn ku projeya behsa xeberê xwedî piştperdeyeke dîrokî û rojane ye û got:“Ji destpêkê ve Ingilistanê dixwest rêgeha ber bi Hindistanê ve diçe vekirî be. Armanca siyaseta ingilîz ew bû ku Osmaniyan bi yekgirtî bihêle. Parçenebûna Osmaniyan û neketina bin bandora Awûstûrya û Macaristanê, dihat wê wateyê ku ev rêya Hindistanê vekirî bimîne. Lewma jî Qibris û Rojhilatê Behra Spî pir girîng bû. Ingilistanê dît ku mimkin nîne Osmaniyan bi vî awayî bihêle. Partiya Karkeran hate gel hev û ber bi dawiya salên 1800’an ve jî gotin ‘Madem em nikarin Osmaniyan yekgirtî bihêlin, wê demê em parçe bikin.’ Û cihê ewil ê lê bandor bûn jî Misir û Qibris bû. Rêyên enerjiyê tam li ser rêgeha Misir û Qibrisê ne.” 

Qibris wê girîngtir bibe 

Tar daxuyand ku divê Qibris ne tenê ji hêla gaz û çavkaniyên enerjiyê ve were nîqaşkirin û got:“Ji hêla Ingilistanê ve hedefa esasî ew e ku rêgeha ji Cebelîtarikê heta bendergehên Behra Spî tevek vekirî be. Hedefa polîtîkaya derve ya Elmanyayê jî biewlebûna rêgehên bazarên e. Çîn û Hindistan jî êdî ne tenê cihên çavkaniya madeya xam hildiberînin, her wiha veguherîne bazarên girîng. Ev her du welat hema hema biqasî dewletên Ewropayê xwedî bazarên bihêz in. Lewma jî vekirîbûn û biewlebûna van her du rêgehan, ji bo dewletên me li jor qala wan kirî girîng in. Qibris jî di naverasta her du xetan de cih digire. Lewma jî pir girîng e.” 

Ji Sûriyeyê zêde dûr nîne 

Rojnameger Tar diyar kir ku 4 Komarên Turkî (Kazaxistan, Kirgizistan, Ozbekistan û Turkmenistan) Tirkiye li Qibrisê weke “hêza dagirker” nas kirine û got:“Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye li herêmê winda dike. Pirsa wê pêvajoya li Sûriyeyê çawa bibe; ji Qibris, Misir û Îsraîlê gelek dûr nîne. Rewşa li Qibrisê di heman demê de polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, heta kir ku Devlet Bahçelî bang li Rêber APO bike. Dewletên rojavayî ragihandin ku wê korîdora aboriyê enerjiyê ya ji Hindistanê dest pê dike û heta Hamburgê didome, ava bikin. Tirkiye li derveyî vê hate hiştin. Maliyeta wê zêdetir e lê nexwestin Tirkiyeyê daxilî vê bazarê bikin. Sedema vê jî ew e ku baweriya wan bi Tirkiyeyê nayê. Ango nexwestin ji hêla Bakur ve girêdayî Putîn û ji hêla Başûr jî girêdayî Erdogan bin.” 

Kurd wê bibine kirde 

Tar, got ku bi pêvajoya avakirina rêgeha “Hindistan û Ewropayê” re Tirkiye êdî girîngiya xwe ya jeopolîtîk winda dike û got:“Erdogan dema ji ewil bûyî îktîdar xwe nêzî endamtiya yekitiyê kir lê ev derfet winda kir. Lê heke hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re erênî derbas bibin, ji hêla demokrasî, mafên mirovan, aborî û însanî ve pêşketin çêbibin, dibe ku di têkiliyên YE’yê de geşedan çêbibin. Qibris çawa ji Rojhilatê Behra Spî dest pê bike û li ser rêgeheke ku Kurdan û Sûriyeyê jî digire nav xwe cih bigire, Kurd jî tam li naverasta vê ne. Û Kurd ji hêla îdeolojîk, exlaqî, polîtîk û leşkerî ve îstîqrarê xerab nakin. Ev yek jî Kurdan dike kirdeyeke pir girîng.” 

MA/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.