Divê Şam û Enqere Kurdan qebûl bikin

În 29 Tebax 2025 - 03:32

  • Niha ezmûneke giran li pêşiya Colanî ye; an wê ji bandora Tirkiye û komên din derkeve, ji bo aştî û demokkratîkbûnê gavan bavêje, an jî qeyraneke kûrtir li pêşiya Sûriyeyê ye ku ev jî wê bi hilweşîna desthilata heyî bi encam bibe.

Di şer û qeyrana li Rojhilata Navîn de Kurd xwedî cihekî stratejîk ê çareseriyê ne. Şerê ku di çargoşeya Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de diqewime bandorê yekser li Kurdan dike û hêzên ku di nava vî şerî de ne jî di her gava ku diavêjin de hesabê Kurdan dikin.

Gelê Kurd ku di nava vê nîv sedsalê de şoreşa civakî, çandî, netewî û zîhnî pêk anîn, niha pêşengiya şoreşa zîhnî ya Rojhilata Navîn jî dikin. Gelê Kurd ku yek ji netewên herî mezin ê bê dewlet e, hêza xwe ji yekîtî, civakîbûn û têkoşîna xwe ya azadiyê digire. Ji ber vê rastiyê, bandorê li siyaseta herêmî û navneteweyî dike. Dewletên herêmî yên ku bi deh salane hebûna gelê Kurd înkar kirin û siyaseta qirkirinê meşandin, niha bi rastiya çareseriya pirsgirêka Kurd re rû bi rû mane. Ev dewlet an wê êdî vê pirsgirêkê qebûl bikin û çareser bikin an jî wê di siyaseta şer û înkarê de israr bikin. Di nava vê sedsalê de eşkere bû ku pirsgirêka Kurd bi şer û tundiyê çareser nabe û berevajî dide windakirin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo çareseriya pirgirêka Kurd e, di heman demê de, di serî de dewletên li ser Kurdistanê serwer, ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Vê gavê di navenda vê pêvajoyê de Tirkiye û Sûriye hene. Lê rewş û xisûsiyetên her du dewletan ji hev cuda ne. Ango şert, bûyer û pêşketinên li her du welatan nabe ku weke hev bên dîtin. Dewleta Tirk her çendî xwe weke xwediyê Sûriyeyê bibîne jî lê di rastiyê de ti qîmeta vê yekê tune ye. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ku dibêje, “Kurd berê xwe bidin Şam û Enqerê wê bi ser bikevin” dikare weke gefekê were fêmkirin. Tifaqa Kurd, Tirk û Ereb a ku ew qala wê dikin, ji xwe bi salane Kurd dixwazin pêk bînin û weke Neteweya Demokratîk bi awayekî şênber jî formule dikin. Kurd bi salane dixwazin di nava yekîtiya xaka van dewletan de pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bibe. Lê yên ku van daxwazên Kurdan weke cihêkarî û parçekirinê dibînin ew bi xwe ne. Ji ber vê jî divê Şam û Enqere berê xwe bidin Kurdan, hebûn û nasnameya wan qebûl bikin.

Niha hem Sûriye û hem jî Tirkiye di qonaxeke krîtîk de ne û êdî neçar in helwesta xwe ya derbarê Kurdan de zelal bikin. Bi qasî xuya dibe desthilata AKP’ê û Erdogan derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ji dil tevnagerin û di nava hewldanên têkbirina vê pêvajoyê de ne. Ev yek di gotin û pratîka wan de xwe dide der. Naxwe belesebeb gefa êriş û dagirkirinê li Kurdên Sûriyeyê naxwin û zimandirêjiyê li wan nakin.

Desthilata Colanî ku di nava xwe de parçebuyî ye, mihtacê Kurdan, Rêveberiya Xweser û QSD’ê ye. Hêzên mîna Emerîka û Îngilistanê jî ku bi salan Colanî li Îdlibê parastin, haya wan ji vê rastiyê heye. Colanî ku projeyeke wan e, dizanin ku bi Kurdan re bikeve nava şerekî wê winda bike. Xuyaye komên çete yên cîhadîst ên biyanî û komên çeteyên din li Şamê xwedî bandor in û bi fermana Tirkiyê tevdigerin. Di demeke kurt de hilweşîna desthilata Colanî jî îhtimaleke mezin e. Ji bo ku nekeve rewşeke wiha divê bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re li hev bike û ji bo avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk tevbigere. Hêzên navnetewî jî divê piştgiriya vê yekê bikin. Di vê çarçoveyê de civîna Şandeya Rêveberiya Xweser û şandeya Emerîkayê ya 26’ê Tebaxê li Urdunê pêk hat, girîng e. Hate diyarkirin ku di civînê de girîngiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, berdewamkirina danûstandinan û pêkanîna peymana 10’ê Adarê hatiye nîqaşkirin. Niha ezmûneke giran li pêşiya Colanî ye; an wê ji bandora Tirkiye û komên din derkeve, ji bo aştî û demokkratîkbûnê gavan bavêje, an jî qeyraneke kûrtir li pêşiya Sûriyeyê ye ku ev jî wê bi hilweşîna desthilata heyî bi encam bibe.

ANF/XEYRÎ BARAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.