- Wênegira bi navê Gail Albert Halaban a Emerîkî li gelek bajarên dinyayê ketiye pey çîrok û serpêhatiyên di apartmanan de diqewimin. Ew li ser tenêtî û cîrantiya bajaran nihêrînên nû nîşanî me dide û dibêje; “Pencere derman in.”
Wênegira bi navê Gail Albert Halaban a Emerîkî li gelek bajarên dinyayê ketiye pey çîrok û serpêhatiyên di apartmanan de diqewimin. Ew bi awirên sînematîk li ser kesên ku di van apartmanan de dijîn hûr dibe û kêliyên taybet zeft dike. Wêneyên ku Gail Albert Halaban digire di derbarê jiyana taybet a insanan de nihêrînên samîmî pêşkêşî bîneran dikin.
Wênegira bi navê Gail Albert Halaban a Emerîkî li gelek bajarên dinyayê ketiye pey çîrok û serpêhatiyên di apartmanan de diqewimin. Ew bi awirên sînematîk li ser kesên ku di van apartmanan de dijîn hûr dibe û kêliyên taybet zeft dike. Wêneyên ku Gail Albert Halaban digire di derbarê jiyana taybet a insanan de nihêrînên samîmî pêşkêşî bîneran dikin.
Gail Albert Halaban ji bo van wêneyan navê “Out My Window” (Ji pencera min derve) li rêzewêneyên ku girtine kiriye. Yanî ew ji pencereya xwe ango çavên xwe li insanên ku di apartmanan de dijîn dinihêre. Gava vî tiştî dike bi nihêrîn û nêzîkatiya kesên ku rontgenan digirin wêneyên xwe nagire. Wêneyên wê her çend wisa werin xuyanê jî ew bêyî destûr van wêneyan nagire û beriya wêneyên van kesan bigire wan ji bo vî tiştî razî dike. Piştî ku ji bo vî tiştî lihevkirin ew biryar dide ku wêneyê wan kesan bigire. Axir ew vî karî bi dizî nagire û etîka vî karî binpê nake! Bi vî awayî xelkê li ber pencere gava ku li derve dinihêrin digire. Ev kes hin caran xwarinê dixwin, hin caran bi zarokên xwe re dilîzin, hin caran li televizyonê temaşe dikin û hin caran jî li ber pencreyê li derve temaşe dikin. Albert Halaban van kêliyan bi rêya wêneyan dicemidîne û nîşanî me dide.
Albert Halaban bi van wêneyên xwe hewl dide di navbera van kesan û bîneran de têkiliyekê ava bike. Dixwaze em rûtîna van kesan ango cînarên xwe meraq bikin û bi van çavan li van wêneyan binihêrin. Albert Halaban ji bo van wêneyên xwe nirxandineke bi vî rengî dike; “Gava hûn ji pencereya wêneyên min li hundir dinihêrin, hûn li ser jiyana cînarên xwe dikevin nava xeyalan. Paşê hûn ferq dikin ku tiştên me nêzî hevdu dikin ji tiştên ku me dûrî hev dixin zêdetir in.”
Albert Halaban wêneyên xwe yên ku di pêşangeha “Out My Window” de nîşan dide bêhtir li New York, Parîs, Roma, Buenos Aires û Venedîkê girtine. Pêşangeha wê niha li Galerie XII. a li Los Angelesê vekiriye û heta Nîsana 2025’an jî ew ê vekirî be.
Wênegirî her bi min re bû
Albert Halaban gava behsa wênegiriya xwe dike van tiştan dibêje; “Wênegirî di hemû jiyana min de hebû û min ji vî karî hez dikir. Gava ez diçûm pola yekan diya min ji min re kamereyeke basît çêkiribû da ku di fûara zanistiyê de weke berhema xwe nişan bidim. Her wiha diya min her tim xwedî ‘odeyeke tarî’ bû. Di vê odeyê de di derheqê kîmyayê de ez fêrî gelek tiştî bûm û derfeta min çêbû ku ez bi kaxezan bilîzim. Min ji vî karî her tim hez kir.”
Tenêtiya li bajaran û cîrantî
Albert Halaban li ser pirsa “Çima atmosfera bajaran, pencere û apartman bi awayekî fotografîk bala we dibin ser xwe?” bersiveke wiha dide; “Mirov gelek caran wisa pê dizanin ku ew li bajaran bi tena serê xwe ne û tenêtî xwe li wan pêçaye. Gelek kes cînarên xwe jî nas nakin. Lê ez berevajî vî tiştî difikirim. Wisa texmîn dikim ku em ê li bajaran nikaribin bi ti awayî bi tena serê xwe bimînin. Gava hûn li pencereya cîranê xwe binihêrin hûn ê bibînin ku hûn ne bi tenê ne û di nav civakekê de ne. Gava yek ji min dixwaze ez menzereya pencereya wî bigirim ez gelekî kêfxweş dibim û kela canê min radibe. Bi vî awayî ez van kesan ji nêz ve nas dikim û paşê cîranê wan jî nas dikim. Piştî ku em hev nas dikin ez wan ji bo vî karî razî dikim ango ew destûrê didin min û ez biryarê digirim bê ka wêneyê pencereyê ji kur û bi çi awayî bigirim.”
Pencere derman in
Albert Hanan piştî van wêneyan girtiye li ser têkiliyên insanan û her wiha cîrantiyê jî bûye xwedî hîsên nû û fikrên xwe yên di vî warî de jî wiha tîne ziman; “Gava li ser cîrantiyê difikirim wisa hîs dikim ku em hemû bi hêviya têkiliyekê dijîn û li benda têkiliyekê ango dengekî ne. Em li jiyana cîranên xwe difikirin û jiyana li pişt derî pencereyan xeyal dikin. Ev tiştekî xweşe bi min. Li cîhaneke ku bi tenêtiyê tije ye pencere her tim dikare bibe dermanek û birînên me bipêçe. Di vê dinyaya ku ji hev parçe bûye de ew ê wêneyên min di navbera insanan de têkiliyan ava bikin. Erê, tiştên ku me nêzî hev dikin û bi hevdu ve girê didin zêdetirin ji tiştên ku me dûrî hev dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN