Hunermendê bi navê Carlos Amorales ku ji Mexico City’yê ye bi enstalasyona xwe ya “Black Cloud” (Ewrê Reş) ji dapîra xwe xatir dixwaze. Ev enstalasyona mezin ji 25 hezar perperîkan pêk tê ku hemû jî bi kaxezan hatine çêkirin.
Carlos Amorales di derheqê enstalasyona xwe de dibêje; “Gava ez çûm serdana dapîra xwe wek navê xwe min zanîbû ezê cara dawîn wê bibînim. Ji lewma hevdîtineke hestiyar bû. Beriya ku ew çavên xwe bigire û koç bike here ev perperîk li ber çavên min bi carekê xuya bûn. Dikarim bibêjim ku ji ber xwe de ev hizir bi min re çêbû û di demeke kin de min ev xebat bire serî.”
Di enstalasyona Carlos Amorales de xemgînî û hesta xatirxwestinê xwe dide der. Bi hezaran perperîkên piçûk ji ser dîwaran ber bi asîman difirin. Mezinahiya enstalasyonê ku di hundirê galeriyê de bi cih nabe bivênevê li ser hestên bîneran tesîrekê çêdike û xemgîniya xatirxwastinê xwe li mirov dipêçe.
NAVENDA NÛÇEYAN