- Ew wextên ku di wêneyan de tên sekinandin li ser hestê insanan tesîrekê ava dikin. Baş an jî xerab…Wênegirî yan jî qerisandina kêliyan bi awayekî dîtbarî gelek tiştî rave dikin. Hewceyî bi gotinê nîne ji lewma wêne bi her awayî diaxivin bi me re. Va ne çend wêne ji wan wêneyên ku bi me re diaxivin.
Xelatên ku Sony her sal dide wênegiran li dinyaye xelatên heri girîng in. Ji girîngbûnê wêdetir gelek wênegir bi saya van xelatan bala xwe bêhtir didin ser vî karî û wêneyên xweşiktir û serketî digirin. Bi vî awayî gelek wênegirên nû tên kifşkirin. Sony fotografên herî baş ên sala 2025’an neqand ku di nav de gelek wêneyên balkêş hene.
Ev hewldana Sony di heman demê de dike ku di warê dîtbariyê de şêwazên nû yên vegotina çîrokan pêş bikevin û hêviyê dide wênegirên ciwan. Sony hem di warê navneteweyî de û hem jî li gor herêman xelatan li wênegiran belav dike.
Ev wêneyên ku ji hêla wênegiran ve tên girtin xweşikî û cudahiyên li dinyayê nîşan didin. Ji lewma ji 56 welatan miracaet çêbûn da ku xelatên Sony’yê werbigirin. Çandên herêmên li dinyayê yek ji temayên sereke ye di pêşbirkê de. Bi vî awayî wênegir bi wêneyên ku digirin di heman demê de temsîliyeta welat û çanda xwe jî dikin. Yanî ew bi van wêneyan dîmenên xweşik yên welatên xwe jî li dinyayê didin nasîn.
Va ne çend wêneyên xweşik ku xelatên Sony’yê yên sala 2025’an girtine.
Barê giran ê motora piçûk
Wênegirê Bangladeşî Syed Mahabubul Kader berê vîzora xwe daye çend karkerên ku qeselê (sapên birinc) ji motoreke piçûk daf didin xwarê. Ev motora piçûk a şîrîn di bin bar de winda bûye û barekî zêde lê hatiye barkirin. Eynî weke qesela genim qesela birinc ango sapên birinc jî ji bo heywanan tê bikaranîn û her wiha ji bo debarê jî malzemeyekî kêrhatî ye. Di vî wêneyê de mirov dikare aboriya xelkên Bangladeşî bibîne û di derheqê çanda wan de bibe xwedî agahî.
Zarokên azad ên li çiya û deştan
Wênegirê bi navê Yaping Du jî li Çînê wêneyekî bêhempa girtiye. Wî navê “Zarokên Li Çiya” li vî wêneyê xwe kiriye. Zarokên k udi bin siya çiyayên bi berf de li deştê dilîzin pirr azad û ji xwe bawer in. Zarokên azad û serbixe bêyî ku li tiştekî bifikirin û xwe bi sînor bikin bi eşq dilîzîn. Cil û bergên wan ên rengîn û çiyayên bi berf yên ku pişta xwe spartinê dibin havênekî xweşik û bi mane yên vî wêneyî.
Tenêtiya reş û spî ya li peravê
Elena Georgiou jî li Qibrisê wêneyekî balkêş ku tenêtiyê pirr xweşik tîne ziman qefaltiye. Wê ti navî li wêneyê xwe nekiriye…ji xwe hewce jî nake navekî li vî wêneyê bike. Ji lewma fîgûrên di wêne de gelek tiştî rave dikin û wêne bi me re diaxive ango xema xwe tîne ziman. Li perava behrê mirovek, kursiyek û dareke bi tenê…û bayekî ku pêl ew bi xwe re ber bi peravê tîne. Mirêvê ku pişta wî li me ye û berê wî li behrêye weke ku tenêtiya me bîneran jî bîne ziman sekiniye li hemberî me. Lê ji van hemûyan bêhtir wêne bi awayekî reş û spî hatiye girtin. Ev yek tenêtî û tefekûra wêne zêdetir dike. Her wiha nîşan dide bê ka teknîka girtina wêneyekî li ser mijara di çarçoveyê de tesîreke çawa ava dike.
NAVENDA NÛÇEYAN