Dans û hunera reşêleyan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Çile 2025 - 01:30

  • Wênegira bi navê Kathryn Cooper koça reşêleyên li Ewrûpa bi awayekî dîtbarî nîşan dide. We tenê wêneyan nagire her wiha ew li ser firrîn û senkronîzebûna wan jî bi awayekî zanistî lêkolînan dike. Tevger û dîmenên reşêleyan çawa ku ji destê şêwekarekî derketibin tên xuyanê.

Rêwîtiya reşêleyên li Ewrûpa her sal ji meha Mijdarê dest pê dike û heta meha Adarê dewam dike. Ew li Ewrûpa bi navê “murmurations” jî tên zanîn. Ev reşêle her tim ji cihên sar ber bi cihên germ ve koç dikin û koçberiya wan bi mehan dewam dike. Ev reşêle nexasim jî ji cihên sar ên Ewrûpa ber bi Ingilîstanê ve koç dikin. Gava roj diçe ava ew li asîman dansê digirin û wîçewîça wan mirovan kerr dike. Zanyar û wênegir Kathryn Cooper daye pey koça van reşêleyan û wêneyên xweşik û têra xwe balkêş qeyd kirine. Tevgerên van reşêleyan ên li asîman û rêkûpêkbûna wan bi awayekî dîtbarî nîşanî xelkê dide.

Kathryn Cooper li Ingilîstanê dijî û van wêneyan jî bêhtir li derûdora mala xwe digire. Mala wê di nav xwezayê de ye û dema reşêle li asîman dikin wîçewîç û dansê digirin ew jî radihêje kameraya xwe û dest bi girtina van wêneyan dike. Hin cara bi awayekî komên piçûk tên ev reşêle û bang li hin reşêleyên din jî dikin. Her diçe reşêleyên li asîman zêdetir dibin û tev bi hevre, bi senkroneke bêhempa dansê digirin. Bi vî awayî asîman bi deng û rengê xwe dixemilînin û dîmenên bêhempa derdikevin holê. Wêneyên Kathryn Cooper vê hevkariya reşêleyan pirr baş nîşan didin.

Tevger û koreografiya çûkan

Kathryn Cooper ji bo wêneyên xwe yên xweşik û balkêş dibêje; “Lîstikên van reşêleyan ên li asîman pirr fantastîk in. Bi tevgerên xwe koreografiyekê pêk tînin. Gava dibinim ku bi hezaran reşêle tev bi hevre bi awayekî senkronîze tevdigerin matmayî dimînim. Ev reşêle qet li hev jî nakevin û ji hev belav nabin. Tenê dixwazin xwe ji astengiyan xelas bikin û ji bo nebin nêçîra teyran direvin. Gava tev bi hevre li ser serê mirov difirin dengekî balkêş ava dibe. Yanî tenê di warê dîtbarî de dîmenên balkêş dernaxin holê her wiha li ser hin sehekên din ên mirovan jî tesîrê ava dikin. Nexasim jî senkrona dengê ku derdixin balkêş e û weke muzîkekê tê guhên mirov.”

Xweza pirsgirêkan çareser dike

Kathryn Cooper di warê fizik û biyoenformatîkê de jî xwedî rabihuriyeke profesyonel e. Di vî warî de jî gelek xebatên wê hene. Nexasim jî li ser pergalên biyolojîk dixebite û bi awayekî zanistî nêzî tevger û dansa van reşêleyan dibe. Organîzebûna reşêleyan a ji bo dans û tevgerên balkêş kela canê wê bêhtir rakiriye û li ser rewşa xwezayê dibêje; “Xweza xwedî behreyeke mezine û pirsgirêkan çareser dike. Her çend bi awayekî plankirî hin tişt pêk neyên jî di her fersendê de encamên bêhempa derdixe holê û vî tiştî qet paşguh nake.” 

Teknîka ‘koronogfotografî’ bikartîne

Teknîka ku Kathryn Cooper bikartîne jî hêjayî bibîranînê ye. Ji bo van wêneyan bigire ew teknîkeke kevn a bi navê “kronofotografî” bikartîne. Ev teknîka girtina wêneyan di sedsala 19’an de, di serdema Viktoriya de dihat bikaranîn. Vê konseptê ango teknîkê wênegirên Ingilîzî Eadweard Muybridge û zanyarê Fransî Étienne-Jules Marey pêş xistin. Her du jî hem li ser tevgerên insanan û hem jî li ser tevgerên heywanan sekinin. Lê bêhtir li firîna çûkan a bi hevre û senkronîzebûna wan heyirî ma bûn. Kathryn Cooper jî van kesan û teknîka wan bibîrtîne û îlhamê ji xebatên wan ên berê digire. 

Çawa ku şêwekar xêz kiribin

Gava mirov li van wêneyên Kathryn Cooper dinihêre eynî weke derbên firçeyên şêwekarekî bin tên xuyanê. Yanî vî tiştî bi mirov didin hîskirin. Cooper ji bo wêneyekî temam bike bi dehan wêneyan tîne gel hev û piştî van wêneyan li hev siwar dike wêneyê xwe temam dike. Ji bo vî tiştî jî dibêje; “Ji bo ez karibim tevgerên van reşêleyan ên veşartî baş derxim holê ev çend wêneyan li ser hev siwar dikim û bi vî awayî encamên xweşik bi dest dixim. Hin caran ji 10 wêneyan û hin caran jî ji 50 wêneyan wêneyekî temam dikim. Teknolojiya niha hîna jî têra nîşandana tevgerên van çûkan nake. Niha ez li ser vê yekê dixebitim û dixazim ji mekanîzmaya van çûkan fêhm bikim. Bi ti awayî nikarim tevgerên van çûkan kontrol bikim. Di warê estetîkê de ez her tim hin tiştan dineqînim lê her car tiştekî nû derdixin pêşiya min.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.