Endama Kevana Zêrîn û di heman demê de endama Koma Amara Ferîde Rapo ji bo bîranîna du şehîdên şopdarên heqîqetê şehîd Nazim Daştan û şehîd Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanuna 2024’an de ji hêla dewleta tirk a dagirker ve li Bendeva Tişrînê hatin şehîdxistin, klîba bi navê ‘Pelên Jiyanê’ weşand.
Gotin û muzîk ku aîdê Ferîde Rapo ye, di şexsê du şehîdên şopdarên heqîqetê de diyarî hemû şehîdên çapemeniya azad hat kirin.
Ferîde Rapo derbarê xebata klîb û stranê de bi taybetî li ser du peyvên stranê ku xwe di dil û mejiyan de dinexşînin, hest û nêrînê xwe anî ziman.
Şopdarên heqîqetê
Ferîde Rapo destpêkê di şexsê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de hemû şehîdên ragihanda azad bi bîr anî û bi van hevokan bal kişand ser ked û êrîşên li ser şopdarên heqîqetê: “Weke tê zanîn di meha kanuna 2024’an de dewleta tirk a dagirker bi çeteyên SMO re êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî êrîşî Bendava Tişrînê kir û ev zêdetirîn 100 roj in berxwedana gel û şervanên azadiyê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de sûcên dewleta tirk û çeteyên wê raberî cîhanî kirin şopînerên heqîqetê heval Nazim û heval Cîhan şehîd bûn û di heman demê de piştî wan jî heval Egîd Roj şehîd bû. Ev salên dawî bi taybet li ser rojnamegeran êrîşeke dijwar heye, hem di milê zex û îşkenceyê de hem jî di milê hedefgirtinê de. Ji ber vê yekê me xwest vê xebatê bi taybetî di şexsê heval Nazim û heval Cîhan de diyarî şehîdên ragihandina azad bikin.”
Lînka klîpê li jêr e; https://www.youtube.com/watch?v=a5XfSppdTGM
NAVENDA NÛÇEYAN