Dinyaya qirêj paqij dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Çile 2025 - 00:56

Perperîka bi navê “Monarch” ne tenê bi xweşikbûna xwe navdar e, her wiha ew vê dinyaya têra xwe qirêj paqij dihêle û weke polînatorekê dixebite. Lê mixabin di van 40 salên dawî de popûlasyona wan pirr kêm bûye û her roj hejmara wan kêmtir dibe. 

Wênegirê bi navê Jaime Rojo ku di warê parastina perperîkan de dixebite û bi salan ji National Geographic re wêneyan girtiye, ev 20 sal çêbûn ku bi vê perperîka taybet daketiye û ji wan xelas bike bi hezaran wêne qeyd kirine. Wêneyên wî yên di koleksiyona “Saving the Monarchs” (Xelaskirina Perperîkên Monrach) de tevger û zehmetiyên van perperîkan nîşan didin. Wênegir hewl dide bi van wêneyan van perperîkên taybet biparêze.

Jaime Rojo cara ewil van perperîkan li Meksîkayê nas dike û piştî nasînê li hember xweşikiya wan xwe negirt. Ji lewma di her fersendê de da pey şopa van perperîkan û rêwîtiya wan qeyd kir. Jaime Rojo dide zanîn ku ji bo girtina wêneyekî hin caran sê hefteyan dixebite û qederê 20 hezar wêne girtine ji bo ku tiştê bixwaze pêk were.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.