Li her dem û her derê Kurdî

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:41

  • Polîtîqa û nêzîkatîya dewletê ya li ser zimanê Kurdî her tim bê cidî û li ser xapandinê ye. Di vê mijarê de jî em vê nêzîkatiyê dibînin. Di vî welatî de bi milyonan Kurd hene lê hêj zimanê kurdî wek zimanê hilbijartî tê pênasekirin ev şermeke mezin e û nayê qebûlkirin, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Dîsa bi dehan hezara malbata ji bo zarokên xwe dersên kurdî hilbijartine lê ku ev ders bêne dayîn mamosteyên ziman nayên peyvîrkirin û dibên mamoste tune ne. Ev jî nêzîkatîya li hember ziman nîşan Dide ku qet ne cidî ne û naxwazin zimanê Kurdî pêşbikeve.
  • Banga me li hemû Kurdan re ev e ku zimanê Kurdî her dem û li her derê pêşbixin biaxivin û bidin axaftin û biparêzin, ji ber ku tiştê ku zimanan li ser pêya digire bikaranîna wî zimanî ye. Zimanê Kurdî jî ne tenê zimanê çend sazî û kesa ye, zimanê hemû gelê Kurd e. Parastin û pêşxistina vî zimani jî peyvîra hemû Kurdan e, bila hemû Kurd bi vê micitîyê nêzik vê mijarê bi be. Em bı wesîleya roja cejna zimanê Kurdî cejna zimanê hemû Kurdan pîroz dikin û dibêjin: Li her dem û her derê Kurdî.

HAVAR DERYA

Bi alîyê Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî ve kovara Hawarê di sala 1932 de Cara yekemîn hatîye weşandin.Ev roj di nav Kurdan de wek roja cejna zimanê kurdî hatîye pejirandin û sala 2006 heya îro wek cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.kovara Hawarê her çiqas cara yekem bi wek tîpên Latînî û zimanê Kurdî weşan kiribe jî jî bı pêşxistina Kurdî jî rolek girîng lîsti ye.Ji ber wê jî her şal 15 yê gulanê jî ber giringîya vê rojê pir bername û çalakîyên cur bi cur tên amadekirin û peyam tên dayîn.Di hemû pîrozbahî û çalakîyan de di serî de talebên jî bo perwerdehîya zimanê zikmakî û ku zext û zorbarîyên li ser ziman jî holê rabin bangewazî tên kirin  Em jî ku li derheqê van mijaran xebatan dikin li gel komeleya çand û hûner û ziman ya Arsîsayê bi Mamoste Şevket Acar re bipeyivîn.

Li gor UNESCOyê li cîhanê nêzî du hezar û pênc sed ziman li ber xetereya tunebûnê ve rûbîrû ne. Gelo li hember hemû qedexe û astengiyan rewşa zimanê kurdî di çi astê de ye ? Axivêrên ziman bifikar bin yan na ?

 Ji ber ku Kurdistan 100 sale hatîya çar percekirî û li her perceyê polîtîka û pêkanînên bişaftinê li ser zimanê kurdî hatine meşandin ,zimanê kurdî nêzîkî bi 100 sale hatîye qedexe kirin û desthilatdara nehêlane ku zimanê me bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Mixabin ev politikayên li ser ziman îro yanî sedsala 21.de hêj berdevam dikin.yanî erîşên li ser ziman bê navber berdewam dikin. Ji ber vê jî zimanê kurdî jî li ber xetereyeke mezinde ye. Axaftina ziman di nav cîvakê de her tim kêm dibe, piranî jî zarokên Kurd roj bi roj kurdî kêm diaxivin ji ber vê jî divê hemû Kurd baldar bin û ji bo parastina ziman xwe berpirsîyar hîs bikin.divê ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perverdeyê hemû Kurd hewl bidin. Lewre ku ziman bi bijî ev her dû tişt(fermîyer û perwerdehî) pêwistin.

Ji bo zimanê xwe yê zikmakî daxwaz û xwestekên Gelê Kurd yên şênber çi ne ?

Kurd ji bo zimanê xwe du tiştên şênber dixwazin: 1. Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî 2. Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ev talebên kurda talebên rewa ne û mafê me Kurda ye yanî em ji tu kesa sedeqe naxwazin;em mafê xwe yê ji dest me hatîye sitandin dixwazin.

Bi we berpirsyarên partiyên sîyasî, bı taybetî jî aliyên çepgir û demokrat di vê mijarê çi ne û çima berpirsyar in ?

Partîyên sîyasî û hemû sazîyên cîvakî divê li her derê bi dengeke bilind û bi israrî talebên kurda yên bînin ziman, platformên navnetewî de zextên li ser ziman bînin rojevê û  ji bo parastina ziman berxedanên bê hempa bikin, ji ber ku temsilcîyên sîyasetê pêşêngên cîvakê ne. Divê pêşengtîya xwe bê kêmas bi cih bînin.

Li gor lêkolînekê zêdehiya malbatan dixwazin zarokên wan kurdî hîn bibin lê belê ji bo vê jî hewldaneke lewaz heye. Hûn vê nakokiyê çawa dinirxînin?

Ev tişt hemû bi grêdayî polîtîkayên  dewletên ve girêdayî ne, xemên malbata ji bo zarokên wa yên pêşerojê ne, ji ber kû di nav sazîyên pergalê de bi karanîna zimanê kurdî hêj jî qedexe ye.eger pêşîya zimanê kurdî bê vekirin û derfet jê re bên afirandin dê piranîyê malbatên Kurd zarokên xwe dê bi kurdî perwerde bikin, lê dîsa jî çi qas astêngî hebin jî divê hemû Kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û kurdî hînbikin.

Politikayên dewletê yên bişavtinê di jiyanê de xwe çawa nîşan didin. Hûn li hemberî vê yekê tevdirên çawa digirin ? Di xebatên xwe de hûn li hemberî vê yekê serkeftinekê dibînin gelo ?

Belê me pêşîyê jî anî ziman ku dewlet bi dehan sala ne politikayên bişaftinê yên li ser ziman bênavber berdewam dike û heya îro jî ev bûyerên  neyînî li ser ziman hene, ku em binêrin ev qas bûyerên neyînî li ser kîjan ziman pêkhatiban dibe ku ew ziman jî holê rabû ba,lê zimanê Kurdî heya îro jî li ser pêya ye dê îro şûnda jî li ser pêya be. Eger em bi vî alî ve binêrin em dikarin bêjin desthilatdar derheqê zimanê kurdî de negiştin armanca xwe û tu çar jî nikarin vî zimanê xweş û geş ji holê rakin.helbet heya îro dibe ku ev zimane ku nebe zimanê fermî û perwerdeyê dijminên vî zimani her tişt kirin lê ev ziman hêj de jî li ser pêya ye.. Kurdên xweyî rûmet dê vî zimani pêşbixin û her tim biparêzin..

Di Tayînkirina mamosteyên nû yên zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Dimilî de ji bo van tevahî deh(10) kontenjan hatin cudakirin. Lê serdema perwerdehiyê ya 2023-2024an hejmara xwendekarên ku dersa kurdî tercîh kirin li ser 25 hezaran bû. Girêdayî vê mijarê hûn ê çi bibêjin?

Polîtîqa û nêzîkatîya dewletê ya li ser zimanê Kurdî her tim bê cidî û li ser xapandinê ye. Di vê mijarê de jî em vê nêzîkatiyê dibînin. Di vî welatî de bi milyonan Kurd hene lê hêj zimanê kurdî wek zimanê hilbijartî tê pênasekirin ev şermeke mezin e û nayê qebûlkirin, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Dîsa bi dehan hezara malbata ji bo zarokên xwe dersên kurdî hilbijartine lê ku ev ders bêne dayîn mamosteyên ziman nayên peyvîrkirin û dibên mamoste tune ne. Ev jî nêzîkatîya li hember ziman nîşan Dide ku qet ne cidî ne û naxwazin zimanê Kurdî pêşbikeve.

Wek pirsa dawî ji bo Gelê Kurd  derheqê vê mijarê de bangewaziya we çi ye ?

Erê banga me li hemû Kurdan re ev e ku zimanê Kurdî her dem û li her derê pêşbixin biaxivin û bidin axaftin û biparêzin, ji ber ku tiştê ku zimanan li ser pêya digire bikaranîna wî zimanî ye. Zimanê Kurdî jî ne tenê zimanê çend sazî û kesa ye, zimanê hemû gelê Kurd e. Parastin û pêşxistina vî zimani jî peyvîra hemû Kurdan e, bila hemû Kurd bi vê micitîyê nêzik vê mijarê bi be. Em bı wesîleya roja cejna zimanê Kurdî cejna zimanê hemû Kurdan pîroz dikin û dibêjin: Li her dem û her derê Kurdî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.