KCDK-E’yê dijî terora Tirk banga seferberiyê kir

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 17:15

  • Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) derheqê êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rêveberiya Xweser û Başûrê Kurdistanê banga li gel kir ku bi rihekî seferberî xwe berdin meydanan û terora Tirk teşhîr bikin.

KCDK-E'yê di peyama xwe de got, "Artêşa de vbi xwîn a dewleta Tirk a faşîst tekperest ku hebûna xwe li ser înkarkirin û qirkirina gelan ava kiriye, êvara 24'ê Cotmehê êrîş bir ser Qamişlo, Kobanê, Minbic, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê '' .

Sivîlan dikin hedef

KCDK-E'yê di daxuyaniya xwe de ragihand dewleta Tirk mirovên sivîl û binesaziyên sivîl dike hedef û bal kişande ser bedengiya qada navnetewî ya li dijî terora Tirk.

Bêdengiya kaza navnetewî

KCDK-E'yê var, '' Di van êrîşên qirkerên dijminê Kurdan de yekser sivîl dibin hedef û zarok jî di nav de herî kêm 6 kes hatin qetilkirin. Heta niha bi dehan sivîl birîndar bûne. Di bombardûmanên bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî de êrîş li ser navenda tenduristiya gel, santralên elektrîkê û qadên din ên jiyanê nefret kirin.

Mîna her carê di seri de DYE, Ewropa û hêzên navneteweyî, ji bo komkujiyên dewleta Tirk ên li ser gelê sivîl û navendên bicihbûnê ji nedîtî ve ben, xwe bêdeng dikin.''

Em bi rihê seferberiyê rabin

KCDK-E'yê dawiyê wiha have:'' Roj roja xwedîderketina li xak, berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê ye. Li hemberî van êrîşên qirkerên li ser gelê me yê sivîl, em bang dikin ku nerazîbûna xwe li qadan nîşan bidin û berxwedanê mezin bikin.

Em KCDK-E   êrîşa komkujiyê ya li ser gelê sivîl şermezar dikin û bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku li her devera le ye nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide, ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk, diktatör Erdoğan û tifaqa wî ya faşîst bi ruhê seferberi evet dakeve kadan."

Ji   TJK-E'yê banga seferberiyê

TJK-E' yê jî derheqê êrîşan daxuyaniyek weşandû got, "Li dijî vî mejiyê hov ku li ser tinebûna g elê Kurd hebûna xwe ava dike, divê her seferber bibe. Wezîfeya mirovî ye ku li hemberî vî mejiyê qirker em xaka xwe û gelê xwe biparêzin Ev yek di heman demê de parastina şoreşa jinê ye." ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.