YNK nêzî PDK’ê bibe wê winda bike

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 17:45

  • Li gorî encamên hilbijartinên Parlamentoyê Herêma Kurdistanê tu partiyek bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike, rojnamevan Şoxan Mîrza diyar kir ku gel ji polîtîkaya PDK’ê gelekî aciz bû, kêmbûna kursiyên PDK’ê ya di hilbijartinê de jî ev nîşan daye. Mîrza her wiha got biya gel PDK bi sextekariyê bûye partiya yekem û xwest ku YNK siyaseta xwe ya dijî PDK’ê aşkere bike

Li Herêma Kurdistanê ya Federal di 20’ê cotmehê de hilbijartina parlamentoyê ango dengdan hat lidarxistin. Rojnameger Şoxan Mîrza ku li Herêma Kurdistanê dixebite û hilbijartinê ji nêz ve şopand hilbijartin û geşedanên li herêmê nirxand.  

Şoxan Mîrza anî zimên PDK'ê ji hilbijartian ditirsiya, alozî di navbera wan û komîsyona hilbijartinan derketin û got, ‘’PDK dengê kesên ku li herêmê najîn jî bikar anî. Dengên dûbarê jî ji bo PDK'ê hatibûn bikaranîn. Her wiha li dijî welatiyên YNK'î jî êriş pêk hatin." 

Gel xwest ku PDK têk biçe

Şoxan Mîrza serdana Nêçîrvan Barzanî ku bi şêla waliyê mêtinger ê dewleta Tirk tevdigere bi bîr xist û got,’’Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê ya beriya hilbijartinan bi rojekê bandor li encamên hilbijartinan jî kir. Ji ber ku gelê herêmê dixwest PDK di hilbijartinan de têk biçe. PDK di hilbijartinan de 6 kursî winda kir. YNK'ê jî di van hilbijartinan de dengên xwe zêde kirin. Peyama Bafil Talabanî ya yekîtiyê li qadên mîtîngê di vê yekê de bi bandor bû. Di hilbijartinan de guhertineke mezin çênebû. Di hilbijartinan de PDK bû partiya yekem. Lê belê ew nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike." 

Biya gel PDK sextekarî kiriye

Şoxan Mîrza diyar kir ku çavê hemûyan li îtifaqên ku piştî hilbijartinan wê ji aliyê partiyan ve bên avakirin e û geşedanên li herêmê wiha nirxand: "Du senaryo hene derbarê pêvajoya pêş de. Ya herî muhtemel ew e ku hikûmet di navbera PDK'ê û YNK'ê de bê ava kirin. Kêmbûna dengên PDK'ê nîşan dide ku gelê Başûrê Kurdistanê ji encamên hilbijartinê ne razî ye. Jixwe di hilbijartinan de geşedana herî girîng ew bû ku dengên PDK'ê kêm bûne. Hilbijartinan de di nav gel de nîqaş tên kirin ku partiyeke ku îxanet li gelê Kurd kiriye çawa dikare careke din bibe partiya yekemîn. Gelê Başûr wisa difikirê ku PDK'ê di hilbijartinan de sextekarî kiriye." 

 

 

Divê YNK siyaseta dijî PDK’ê aşkere bike

Şoxan Mîrza destnîşan kir ku li gorî encamên hilbijartinê peyamên Bafil Talebanî yên li qadên mitîngê bandor li ser gel kiriye û got ku piştî hilbijartinê jî divê YNK bir rola xwe rabe. Şoxan Mîrza wiha domand: "YNK'ê di qadên mîtîngan de li ser xiyaneta PDK'ê propagandaya hilbijartinê kir. Li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê axivî. Wê yekê jî bandor li ser gel kir û piştgirî dan YNK'ê. Ji ber vê yekê divê piştî van encamên hilbijartinê YNK'ê jî li gor vê yekê tevbigerê. Divê siyaseta xwe ya li dijî PDK'ê de aşkera bike. Heke nêzî PDK'ê bibe û li gor vê yekê tevnegerê wê winda bike.’’ 

Kes naxwaze bi PDK’ê re rûne

Ji YNK'ê Elî Oremar jî diyar kir ku avakirina hikûmeta nû wê pêvajoyeke demdirêj be û got ku tu aliyek amade nîne bi PDK'ê re hikûmetê pêk bînin. Oremar bi lêv kir ku YNK dixwaze hikûmeteke hevpar ava bike ku tê de hemû rengên herêmê û partiyên din jî têde cih bigrin. MAHMUT ALTINTAŞ / MA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.