PDK li ser sînorê Rojava dîwar lê dike
Duşem 29 Îlon 2025 - 16:00
- PDK’ê, di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dest bi çêkirina dîwarên bilind kiriye.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi danîna dîwarên 3 metre bilind û 75 santîmetre stûr li ser sînorê Başûra Kurdistanê, Rojava dorpêç dike.
PDK dixwaze dîwarê sînor ê ku berê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû destpêkirin di navbera sînorê Şengal-Rojava de û heta sînorê Rabîa-Til Koçer nêzî deriyê sînor yê Pêşxabûrê li hemberî deriyê sînor yê Sêmalkayê berdewam bike. PDK ya ku di vê çarçoveyê de amadekariyên xwe temam kirin, dest bi çêkirina dîwar kir.
Lêkirina dîwarê piştî daxuyaniyên gefxwarinê yên dewleta Tirk û serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera yên li dijî Rojava, nîşan dide ku ji bo Rojava planên cuda hene?
Ev helwesta PDK’ê li ser sînorê Rojava gelek pirs derdixe pêş, gelo ew jî di van planan de cih digire yan na?
PDK’ê ku di 27’ê Mijdara 2024’an de piştî ku hêzên HTŞ’ê Şamê bi dest xistin deriyê sînor yê Sêmalkayê girt, li ser sînorên xwe dîwarek ava kir, ev jî xetereya li ser Rojava nîşan dide.
NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Li Efrînê îşkence li xwendekarê Kurd kirin
Têkildarî bûyerê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye agahî parve kir.
Rêxistinê bibîr xistin ku 28`ê Îlonê mûdirê dibistana El Itîhad El Erebî yê bi navê Cadullah ku ji derveyî Efrînê ye, îşkece li zarokê Efrînî Ciwan Osman (12) kiriye.
Hate ragihandin ku Ciwan di refa 6 a seretayî de ye. Dibistana El Itîhad El Erebî dikeve pişt Stada Taxa Efrîna Nû ya li Efrînê.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn-Sûriyeyê eşkere kir ku midûr bi hinceta kêrê lêgerîn li ser zarokê bi navê Ciwan Osman kiriye û jê xwestiye kû kêrê derxîne. Zarok jî bersiv daye ku tiştek wisa li gel tuneye. Rêxistinê li ser gotinên bavê Ciwan diyar kiriye ku bi vê hincetê midûrê dibistanê yê bi navê Cadullah li kurê wî xistiye û di pêlpêlkan de avêtiye xwarê.
Rêxistinê destnîşan dike piştî zarok vedigere malê û ji dayika xwe re rewşê vedibêje û li ser vê dayik diçe dibistanê û dixwaze mijarê fêm bike. Li ser vê yekê midûr bi ser wan dike qêrîn û dibêje; ‘Biçin li gel kê gilî dikin bikin, ne xema min e’. ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Neteweyên Yekbûyî: Zext zêde dibin
Li gorî raporê, ji 32 dewletên ku bûyerên bi vî rengî li wan qewimîn 10 jê bi rengekî îronîk endamên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ne.
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî rapora Sekreterê Giştî Antonio Guterres nirxand ku 17'ê îlonê hate weşandin. Di raporê de hate ragihandin ku bersivdayinên li hemberî kesên bi mekanîzmayên NY re dixebitin li 32 dewletan qewimîn.
Rapor balê dikişîne ser zêdebûna zextên li derveyî sînor ên li ser kesên dûrî welatê xwe dimînin. Alîkara Sekreterê Giştî ya ji Mafên Mirovan a NY'ê berpirsyar Ilze Brands Kehris got, "Kêmbûna gilî û gazinan a ji hin aliyan ve nayê wateya pêşketinê, lê belê dibe ku nîşaneya atmosfera tepisandinê ya giran be."
Dîrektora New Yorkê ya International Service for Human Rigts (ISHR) Madeleine Sicnlair jî got, "Her bûyereke bersivdanê-êrişê dengekî bêdengkirî temsîl dike. Dewlet dema ku kesên bi Neteweyên Yekbûyî re diaxivin ceza dike, ne tenê êrîşî kesekî dikin, her wiha êrîşî wê sîstemê jî dikin ku ji bo parastina wan ava bûye."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN