Ziman xwebûna gelê Kurd e
Pêncşem 16 Gulan 2024 - 03:15
- Komîteyên Perwerdeyê yên KCK û KJK’ê bi daxuyaniyan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û bang li herkesî kirin ku rê li ber asîmîlasyonê bigrin. Bi pêşengiya jin û dayîkan zimanê Kurdî bikin zimanê jiyanê.
Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesî kir ku rê nedin asîmîlasyonê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Cejna Zimanê Kurdî li dijî polîtîkayên bişaftinê qezenckirina zanebûnê, li dijî siyaseta tunekirinê berxwedan û li dijî feraseta bê bîr hîştinê, roja xwedî derketina bîra civakê ye! Di daxuyaniyê de îşaret bi van gotinên Rêber Abdullah Ocalan jî hate kirin:“Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civakekî zimanê xwe yê dayîkê bi çiqasî pêşxistibe, asta xwe yê jiyanê jî ewqasî pêşxistiye. Her wisa bi çiqasî zimanê xwe wenda kiribe û ketibe bin serdestiya zimanên din, ewqasî hatiye dagirkirin, dûçarî bişaftin û qirkirinê bûye. Civakên vê rastiyê dijîn, di aliyê hişmendî, exlaq û estetîkî de nikarin xwedî jiyanekî bi wate bibin û wek civakên nexweş heya tunebûnê wê bibin mehkûmê jiyanekî trajîk.”Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:“Parastin û pêşdebirina bîra hevpar a civakê, girêdayê parastin û pêşdebirina zimanê dayîkê ye. Pratîka ku tê de înkar bi qirkirinê re dibe ye, qedexekirina zimanê dayîkê ye. Weke qedexe, metirsîdar û cihêkar pênasekirina zimanê Kurdî, di eslê xwe de siyaseta ji holê rakirina hebûna Kurd e. Pêwîste em jî li dijî vê qirkirinê bi axaftina Kurdî, bi nivîsandina Kurdî û bi rêxistinbûnê li berxwe bidin û têkoşîna xwedî lê derketin û bilindkirina asta ziman ji her demê zêdetir bimeşînin. Divê em ji bîr nekin; Perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafê herî rewa ye, ji bo bidestxistina vê mafê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistinkirin û derbasbûna çalakiyan jî him mafekî rewa a destjêneger û him jî pêdiviyek e!
Rê nedin bişaftinê
Tespîta bi navê; ‘Rastî nîne, ziman heye.’ Di xwebûna gelekî de rista jênegeriya ziman radixe ber çavan. Di vê wateyê de zimanê Kurdî, rastiya xwebûna gelê Kurd e. Xwedî derketina ziman ku tê xwestin bi riya hemû amûrên tûndî û şerê taybet bê tûnekirin, weke dûh, îro jî pêdiviya herî sereke a hebûna me, baweriya biserxistina têkoşînê û li hember dîrokê jî deynê situyê me ye. Lewra pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, tekoşîna xistina bin ewlehiyê a perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê tekoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yek zimanî.”
Dayîk û jin pêşengê ziman in
Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê jî bi boneya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdi daxuyaniyek da û got:“Ji bo gelê Kurd ev yek hîn zêdetîr bi wate ye. Ji ber ku di dîroka mirovahiyê de yekem çanda neolîtîkê yê avakirine gelê Kurd e. Çand di erdnîgariya Hîlala Zêrîn de teşe girtiye. Û ev şoreşa çandî li dora jinê hatiye avakirin. Weke gelê herî kevnar a erdnîgariya Hîlala Zêrîn, di serî de avakerê çand û ziman Dayîkên me yên hêja, têkoşînvanê hebûn, çand û zimanê Kurdî Rêber APO, mamosteyên zimanê Kurdî, zimannas û rewşenbîrên kedkarê hişmendiya dîrokê digihînin rojameya îro û hemû xwendevanê zimane kurdî em cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Netew-dewletên ku erdnîgariya Kurdistanê di nava xwe de parçe kirine, siyasetên taybet a pişaftinê li ser gelê Kurd ferz kirine.
Her çiqas ev siyaseta pişaftinê heta cihekî encam girtibe jî, lê gelê Kurd bi xwedî derketina ziman xwe ve ispat dikin ku gelê Kurd nayê tinekirin. Di vê berxwedanê de jî dîsa herî zêde pêşengtiyê dike jinên Kurd û dayikê Kurdan e. Jinên ku li hember her cure erîşên dewletan li ber xwe dane û xwe teslîmê çanda pişaftinê nekirine hiştine ku çand û zimanê Kurdî heya roja me ya îro berdewam bike. Lewma em minasebeta roja zimanê Kurdî bangî weke jinên mamoste, jinên rewşenbîr, rojnemevan û niviskar, dayikên Kurd û gelê Kurd dikin! li dijî van siyasetên bişaftin, otoasimlasyon, qirkirina spî, nijadpereziya hevkariya dijmin ra nasnameya kurd parçedikê xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derbikevin. Bi şîara “çand bedene, hebûne, ziman jî dile çanda bedena civaka mirove. ji bo ku em hebûna xwe biparêzin zimanê xwe biparêzin û bidin jiyîn, Em çiqas bikaribin bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binivisînin ewqas em ê bikarin hebûna xwe jî biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin. Di pêşengtiya dayik û jinan de divê civaka me zimanê Kurdî bikin zimanê jiyan ê. Ziman hebûne, hebûna xwe biparêz e!”
BEHDÎNAN