Ji bo ziman resepsiyon li dar dixin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:12

Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê, 10 sal in ji bo standardîzasyona kurdî û folklora Kurdî gelek xebat kirine. 

Weqfa Mezopotamyayê ku di 16'ê Gulana 2016'an de li Amedê hat avakirin, ji roja hatiye avakirina heya niha gelek xebat kirine. Ligel kovarên "Folklor û Ziman" û Folklora Me" ji bo standardîzasyona kurdî û pêşektian kurdî jî gelek pirtûk çap kirine. Pirtûkên hatine çapkirin ev in: “Rêbera Rastnivîsînê”, “Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî - Rîsaleyî Tûfetu’l-Xîlän Fi Zimanê Kurdan", “Meryemnîgarê”, “Kûçikê Daleqandî”, “Duzimanî Zarok û Perwerdehî”, “Kêşana Karên Kurdî”, “Rahênanên Zimanê Kurdî”, “Rostemê Zal û Selmanê Sindî”, “Çîrokên Rovîyan”, “Senem Xanim”, “Kurdîzan-1” û "Ferhenga Têgihên Hiqûqê"

Weqfê ji xeynî pirtûk û kovaran gelek panel û semîenr jî li dar xistine. Weqf hewl dide di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de (îro) li navçeya Sûrê li Qonaxa Îskenderpaşayê resepsiyonekê li dar bixe. 

Balê dibin ser standardîzasyona Kurdî 

Endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran, têkildarî xebatên kirine axivî. Baran anî ziman ku hem di warê ziman hem jî di warê folklorê de bênavber dixebitin û bi taybetî balê wan li ser standardîzaysona kurdî ye. Baran ragihand ku di warê hiqûq, perwerdehî û tibê de jî li ser termînolojiyê disekinin û got: "Mixabin heya niha tu saziyeke me bi awayekî kolektîf li ser van mijaran xebat bi rê ve nebirine. Bi hemû beşdarên li Kurdistanê re xebatên me yên di vî warî de didomin." 

Xebatên xwe kirine belgefilm

Baran da zanîn ku wekî weqf ji bo xebatên xwe yên 10 salan ên li qadê belgefilmek jî amade kirine û got: "Me 10 sal li dû xwe hiştin û em dikevin sala 11'an. Me jî got em der barê xebatên xwe yên li qadê de belgefilmekê çêbikin. Ji bo vê me hevdîtin bi zimanzan, zanyarên folklorê û lêkoleran re kir. Me li arşîva xwe mêze kir û me dît ku gelek tişt ketine ser hev." 

Baran diyar kir ku ew ê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin û got: "Em hemû kesên xebatên me dişopînin û eleqeya wan bi kurdî re heye vedixwînin resepsiyona xwe." 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.