Zarok TV fêrî Kurdî dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 01:45

  • Li Dîlokê Meryem Bozkûrt a hevjînê wê kurd û ew tirk, bi temaşekirina Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe ya 9 salî Gulaçiya kir. Gulaçiya kurdiya ku saya kurdiya bi rêya Zarok TV'yê hîn bûye, bi bavê xwe yê kurd re diaxive û bi vî awayî kurdiya xwe pêş ve dibe. 

CEYLAN ŞAHÎNLÎ / MA / DÎLOK

Meryem Bozkûrt (55) ku li navçeya Nûrdagî ya Dîlokê dijî, Zarok TV'yê bi keça xwe ya biçûk Gulaçiya daye temaşekirin û bi vî awayî kurdî hînî wê kiriye. Bozkûrt a ku bi eslê xwe tirk e û ji Osmaniyeyê, dayika 3 zarokan e. Zarokên wan ên 28 û 24 salî tenê bi tirkî dizanin, lê zaroka wan a biçûk Gulaçiya (9) hem bi tirkî hem jî bi kurdî dizane. Dayik Bozkûrt bi rêya Zarok TV'yê keça xwe ya biçûk hînî kurdî kiriye. Bozkûrtê ji roja keça wê Gulaçiya çêbûye Zarok TV'yê bi wê daye temaşekirin. Gulaçiya kurdiya ku saya kurdiya bi rêya Zarok TV'yê hîn bûye, bi bavê xwe yê kurd re diaxive û bi vî awayî kurdiya xwe pêş ve dibe.  

Dayika Bozkûrtê der barê pêvajoya hînkirina kurdî ya Gulaçiyayê de got: "Ez tirk im, hevjînê min kurd e. Zarokên me di maleke duzimanî de dijîn. Ez di mezinkirina 2 keçên xwe yên ewil de xeşîm bûm û min nikarîbû wan fêrî kurdî bikim. Lê dema keça min a dawîn hat dinyayê, ez hatim ser hişê xwe û min Zarok TV'yê pê da temaşekirin û ew hem bi kurdî hem jî bi tirkî mezin dibe. Niha bi her du zimanan jî pirr baş diaxive." 

Kirmanckî jibîr kiriye

Dayik Bozkûrtê pêvajoya girtina Zarok TV ku di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin, bi bîr xist û got ku di vê pêvajoyê de ji bo keça wê kurdî ji bîr neke bi rêya înternetê vîdeoyên kurdî pê daye temaşekirin. Bozkûrtê anî ziman ku gava Zarok TV demekê girtî bûye keça wê zaravaya kirmanckî ji bîr kiriye û got: "Qenal hat girtin û paşê dîsa hat vekirin. Paşê dest bi weşana kirmanckî nekirin. Mixabin keça min di wê pêvajoyê de kirmanckî ji bîr kir yan na wê hînî kirmanckî jî bûbûya." 

Zarok bi zimanan dewlemend dibin

Bozkûrt balê bire ser girîngiya televîzyonên zarokan ên wekî Zarok TV'yê û destnîşan kir ku hem perwerdeya bi zimanê dayikê hem jî jiyana bi zimanê dayikê di qadên civakî de ji bo pêşketina zarokan pêwîst e. Bozkûrtê diyar kir ku zanîna gelek zimanan kapasîteya fêrbûna zarokan zêde dike û got: "Her ku zarok hînî zimanan dibin, kapasîteya wan jî baştir pêş dikeve. Dema ez li her sê keçên xwe dinihêrim, ez dikarim bibêjim ku kapasîteya pêşveçûnê ya keça min a biçûk zêdetir e. Bi rastî hînbûna zimanan wan hîn zêdetir pêş ve dibe." Bozkûrtê destnîşan kir ku divê ji bo zarokan qadên civakî yên ku zarok karibin lê bi kurdî biaxivin bên afirandin û got ku pêdiviya zarokan bi nêvengên civakî yên karibin lê bi kurdî biaxivin heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.