Berpirsiyarî li ser malbatan e

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:54

15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin. Li Stenbolê yek ji komeleyên ku pêşengiya çalakiyên vê rojê dike jî Komeleya Lêkolînên Kurdî ye. Rêveberê Komeleyê Samet Yavûz têkildarî têkoşîna ji bo kurdî û girîngiya zimanê zikmakî de axivî. Yavûz destnîşan kir ku ji bo zindîkirina kurdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatan û got: "Ziman, ji bo her civakê pir girîng e. Hem temsîliyeta gelekî ye hem jî hebûna mirov e. Hemû kesên dibêjin 'em kurd in' divê bi kurdî zanibin. Di vî warî de divê malbat kurdî hînî zarokên xwe bikin." Yavûz destnîşan kir ku ji dema avakirina komarê heya niha polîtîkayên "yek ziman, yek ala, yek netewe" didomin û got ku bi vî awayî "tirkîkirin" li gelan tê ferzkirin û got:"Em dibînin ku ev polîtîkayên yekparêz hê jî di destûra bingehîn de hene. Gava em li xalên destûra bingehîn mêze dikin dibêje 'ji xeynî bi tirkî bi zimanekî din perwerdehî nayê dayîn.' Ev astengiyek e li ber perwerdehiya bi zimanê zikmakî."  

Yavûz da zanîn ku tevî hemû astengiyan jî kurdî winda nebûye û got ku ev jî serkeftineke gelê kurd e. Yavûz wiha bang kir:"Bi taybetî ez bang li malbatan û ciwanan dikim; bila kurdî fêrî zarokên xwe û neviyên xwe bikin. Em heftê 6 rojan li vir in û deriyên me vekirî ne. Bila werin zimanê xwe fêr bibin. Em vî barî didin ser milê xwe." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.