Xwedî li ziman derkevin

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:55

Komîteya Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke pîroz kir. Daxuyanî li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi tevlîbûna xwendevan û mamosteyan, bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Perwerdeyê xwendevana bi navê Şirîn Uren daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:“Zimanê Kurdî, zimanekî kevnar û dewlemend e. Zimanê Kurdî ji berê zayînê pêşengtî ji wêjeya cîhanê re kiriye. Her çiqas bi qirkirinan re rû bi rû mabe jî, niha zimanê me zimanekî herî dewlemend e. Hemû dijminên me bi rêbazên cuda cuda xwestine zimanê me tune bikin.

Hertim ev bişaftinên wan vala derketiye û zimanê me tune nebûye. Li her derê cîhanê Kurdan zimanê xwe parastiye. Tirkan nekariye vîna zimanzanên me yên weke Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan bişkîne. Heta niha jî êrişên ser zimanê me berdewam e. Heta niha jî li Bakurê Kurdistanê zimanê me qedexe ye. Navên gundên me bi Tirkî ne û her roj êrişî zimanê me tê kirin. Zimanê me rumeta me ye û bê ziman jiyan nabe.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Zimanê Kurdî’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.