Stêrk: Pêşî deriyê Îmraliyê vekin

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 17:00

  • Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk derheqê banga Serokê partiya faşîst û nîjatperest MHP’ê  Devlet Bahçelî ya li Rêber Abdullah Ocalan got,’’Eger hûn ê bang li Îmraliyê bikin, eger hûn ê bangeke samîmî bikin, hingî divê hûn pêşî li deriyê Îmraliyê vekin. Divê hûn bingeha hevdîtin û diyaloga bi Îmraliyê re ava bikin.’’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk ku ji Televizyona Medya Haber re axivî, got,’’ Gelê me ji qada mitîngê ya Amedê peyam daye. Ewil jî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya qirker, mêtinger, divê vê peyama gel ya li qada Amedê rast bixwîne.’’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk bal bire ser ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a dijî Pergala Êşkence û Tecrîdê ya li Îmraliyê û got,’’Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê li hemberî, pergala êşkence û tecrîdê li ber xwe dide. Têkoşîneke dîrokî û bêhempa dide meşandin. Ev tekoşîn ne tenê têkoşîneke fîzîkî ye.

Rêber Apo şoreşa zîhnî pêk anî

Beriya her tiştî em dikarin bibêjin ku Rêber Apo şoreşeke zîhniyetê ya mezin pêk anî. Helbet ev bi pêvajoya Îmraliyê neda destpêkirin. Beriya Îmraliyê jî Rêber Apo tim weke îdeolojîk, paradîgmayî û rêxistinî di nava kûrbûnên mezin de bû.  Lê belê şert û mercên şer û pirsgirêkên li pêşiya rêxistinê û rojev li pêşiya vê yekê hinekî asteng bûn. Weke Rêber Apo anî ziman li Îmraliyê yanî şert  û mercên destgirîyê ev şert û mercên esaretê berovajî kirin.’’

Têkoşîneke îdeolojîk û paradîgmayî ye

Stêrk bi domdarî got,‘’Rêber Apo xwedî terzeke têkoşînê ya bêhempa ye. Divê ev yek baş were zanîn. Ev ne tenê têkoşîneke fîzîkî ye. Ev têkoşîneke fikrî, ruhî, îdeolojîk û paradîgmayî ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku Rêber Apo bi vê têkoşîna xwe hemû hesabên komployê pûç kirine. ‘’ 

Çareserî bi azadiya Rêber Apo ye

Stêrk anî zimên Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo bi berxwedaniya pirhêlî ya Rêber Apo heta bi astekê têk çûye û got,’’Em dikarin bêjin ku di vê pêvajoya bîst û şeş salan de komploya navneteweyî heta astekê pûç bûye. Lê em nikarin bibêjin ku me encamên tam bi dest xistine an jî me komplo têk biriye. Ji ber ku ev hemû têkoşîna bîst û şeş salan a ku me daye meşandin bi armanca pêşxistina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi armanca misogerkirina azadiya Rêber Apo ye. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya azadiya Rêber Apo.’’

Gel dîlgirtina Rêber Ocalan nema qebûl dike

Di nirxandina xwe de Stêrk anî zimên êdî Kurd nema qebûl dikin ku Rêber Ocalan dîlgirtî bimîne û divê AKP-MHP vê peyama gel rast bixwîne: ‘’Tişta ku asta biryardarî û îdîayê di nava gel de pêş dixe çi ye? Bi rastî jî sekn e, qêrîna li dijî komploya navneteweyî ye. Daxwaza azadiya Rêber Apo ye. Êdî tehemûla gelê me li hemberî dîlgirtina Rêbertî nemaye. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn demê de deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo bikeve nava gelê me. Gelê me ji qada mitîngê ya Amedê ev peyam daye. Îdîa û biryardariya xwe nîşan daye. Ji ber vê yekê dost û dijmin, lazim e her kes vê bibihîze û bibîne. Ewil jî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya qirker, mêtinger, divê vê peyama gel ya li qada Amedê rast bixwîne.’’

Derheqê banga Serokê Giştî yê partiya nîjatperest û faşîst a Tirk MHP’ê ya ku li Rêber Abdullah Ocalan kirî, Stêrk wiha got:

Pêşî deriyê Îmraliyê vekin

‘’Devlet Bahçelî yê faşîst di axaftina xwe de ya li meclîsê bang li Îmraliyê kir. We deriyê Îmraliyê girtiye. Hûn nahêlin yek gotinek ji Îmraliyê derkeve. Hûn çi bangê li Îmralî dikin? Li holê hevdîtinek bi Îmraliyê re nîne, hûn çawa dikarin bang li Îmraliyê bikin? Bang li Îmraliyê dike û dibêje bang li tevgerê bike. Dibêje bila rêxistina xwe tasfiye bike. Bahçelî ma qey wê ji te re nebêjin ma Kurd mirine? Ma ev tevger qediyaye? Kurdan peyama xwe ji Amedê pir zelal dan. Gotin "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Bê Serok Jiyan Nabe." Hewce dikir peyama esasî te ji vir girtiba. Eger hûn ê bang li Îmraliyê bikin, eger hûn ê bangeke samîmî bikin, hingî divê hûn pêşî li deriyê Îmraliyê vekin. Divê hûn bingeha hevdîtin û diyaloga bi Îmraliyê re ava bikin.

Pêşî divê xwîn raweste

Hin nûçeyên spekulatîf ên di vê çarçoveyê de hatine weşandin jî hene. Gelek nîqaş jî tên kirin. Bila nîqaş bikin. Em ji nîqaşên wan re tiştekî nabêjin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd nehatiye nîqaşkirin, di nava pêvajoya bêçareseriyê de ye. Divê bê nîqaşkirin. Lê divê ev nîqaş rastiyê tarî nekin. Rastî çi ye? Ya rast ew e ku niha li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya mutleq, sîstema qirkirinê heye.

Rastî çi ye? Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer û berxwedaneke dijwar tê meşandin. Xwîn tê rijandin. Beriya her tiştî divê ev xwîn raweste.

Heke hûnê bangek bikin, ewil divê hûn xwînê rawestînin. Beriya her tiştî hûn ê mîtînga ku gel dixwaze pêk bîne qedexe nekin. Hûn ê dest ji qedexekirina wê berdin. Piştî wê banga xwe bike.

Guhê we bila li daxuyaniyên me be

Di vê mijarê de divê Kurd, gelê Kurd û dostên wan guhên xwe bidin daxuyaniyên tevgera me. Divê rastiya ku hewl tê dayîn bê veşartin, ji navendê pêvajoyê bişopînin. Û em bawer dikin ku gelê me û dostên me di ferqa vê yekê de ne.’’ BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.