Rêber Ocalan: Xwezî hêza teorîk û pratîk im

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 16:00

  • Piştî 43 mehên êşkenceya tecrîdê peyama ku Rêber Abdullah Ocalan dayî dost û dijminan:’’Ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoya şer û tundiyê li ser hîmê wê yê hiqûqî û siyasî deynim.’’

Piştî 43 mehên tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan hatî danîn biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bi Rêber Abdullah Ocalan hev dît.

Omer Ocalan derheqê hevdîtinê ya li Îmraliyê li gel Ocalan kirî, li ser hesabê xwe yê Medyaya Dijîtal peyamek belav kir. Ocalan anî zimên Rêber Ocalan ragihandiye ku ew xwedî hêza teorîk û pratîk ku dikare pirsa Kurd li ser hîmê wê yê hiqûqî û siyasî çareser bike.

Peyama Omer Ocalan a ku li ser hesabê xwe par ve kirî: 

Omer Ocalan wiha got: “Min 23’yê Cotmehê li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin bi çarçoveya serdanê  pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi piranî geşedanên siyasî nirxand û xwest ez vê peyama wî bigihînim raya giştî: ‘Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncav bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoya şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî’. Tenduristiya Wî baş bû û slavên wî ji bo her kesî hebûn.” NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.