Ebdî: Hêzên me hazir in ku xak û gelê xwe biparêzin

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 17:15

  • Piştî êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rêveberiya Xweser Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî got,’’Hêzên me hazir in ku gelê me û xaka me biparêzin.’’

DEM Partiyê jî êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk weke ‘’binpêkirina rêgezên hiqûqa navnetewî’’ pênase kir û xwest ku demildest dawî li êrîşên Tirk ên li ser qadên jiyana sivîl were. QSD’ê ragihand ku di êrîşên Tirk e 12 kes şehîd bûn û 25 kes birîndar bûn.Ji şeva 23-24ʹê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi bejahî û asîman bi balafirên şer, bêmirov û çekên giran seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt.

Dagirkeriyê malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temir, kantona Minbicê, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, stasyona kehrebê li Kobanê, nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navneda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên kantona Cizîrê hedef girtin.

Di encama bombebaran û topbaranên dijwar de, li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê belge kirine, li bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehba 4 welatî di nav de zarokek şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn.

Her wiha 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Kobanê birîndar bûn.

Di bombebarana li dijî navenda tendurstiyê ya li taxa Xelîc a Qamişloyê de welatiyek birîndar bû û di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya bajarê Dêrikê de karkerekî kargeha gazê birîndar bûn.

QSD: 12 şehîd, 25 birîndar

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker di çend saetên dawîn de binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jîngeh û navendên hêzên ewlehiyê kirin hedef.

Di encama êrişên domdar de 2 jê zarok, bi giştî 12 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.

Qadên sivîlan, firin, stasyonên ceyranê, petrolê û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi balafirên şer, ên bêmirov ên biçek û bi obîsan hatin hedefkirin. Bi giştî 42 cih ku piraniya wan saziyên xizmetguzariyê û yên sereke ne, hatin hedefkirin.

Ev êrişên hovane yê domdar, dijminatiya Tirkiyeyê ya ji gelê me re nîşan didin. Her wiha careke din xetereya zîhniyeta sûcdar a dewleta Tirk a li ser gelên herêmê û aştiyê aşkera dikin. Tirkiye bi van êrişan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn li ser hesabê gelê me derxe derve, tevliheviyê belav bike û aloziyên dîtir li herêmê çêke.

Em ê careke din li hember van êrişan bisekinin, gel û herêmên xwe ji wan biparêzin."

 

Mazlûm Ebdî 

 

Dijî êrîşên dagirkeriya qirker a dewleta Tirk Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî daxuyanî da.  Ebdî di daxuyaniyê de destnîşan kir dewleta Tirk êrîşê tîne ser binesaziyên sivîl û ev bi rengê ‘’sûcê şer’’ pênase kir. Ebdî her wiha got, hêzên wan amade ne ku gel û xaka Rêveberiya Xweser biparêzin.

Hêzên me hazir in gel biparêze

Daxuyaniya Ebdî ku li ser hesabê xwe yê Medyaya Dijîtal par ve kirî wiha ye:

"Tirkiye bi awayek bê serûber û bê bingeh herêmên me bombebaran dike. Navendên xizmetguzarî, tendirustî û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şerin. Me gelek caran amadebûna xwe ji bo diyalogê anîbû ziman, lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne."

Piştî êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser û Başûrê Kurdistanê DEM Partiyê jî daxuyaniyek weşand. DEM Partiyê got êrîşên dagirker ên Tirk ‘’rêgezên hiqûqa navnetewî binpê dikin.

Êrîş binpêkirina hiqûqa navnetewî ye

Peyama DEM Partiyê wiha ye: “Tevgera hewayî ya piştî êrişa li dijî tesîsên TUSAŞ’ê hat destpêkirin, li herêmê tenê wê bûyerên tundiyê kûr bikin. Bombebaranên li dijî gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nemaze li dijî Kobanê jiyana xelkê sivîl dixe bin talûkeyê. Bandorên rûxîner ên şer dibe ku wê li herêmê ji bo hemû aliyan rê li ber felaketek mezin veke. Operasyonên leşkerî ku sivîlan dike hedef, di heman demê de rêgezên hiqûqa navneteweyî jî binpê dike. Berdewamkirina şer û pevçûnan wê tenê rê li ber hin bêtirîn êş û windahiyan veke. Em bang li hemû aliyan dikin ku rêyên çareseriya bi diyalog û aştiyane deynin pêşiya xwe. Divê demildest dawî li bombebarana li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn.”  NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.