Zimanê me nasname û hebûn e

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:50

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Têkildarî pêşketin û rewşa zimanê Kurdî, xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji ANF’ê re axivîn. Xwendekara beşa ziman û wêjeya Kurdî ya zanîngeha Kobanê Leyla Qehro diyar kir ku ew weke xwendekarên zanîngehê ji bo vê rojê gelek amadekariyan dikin û got:"Nijadperest û desthilatdar bi hemû rêbazan xwestiye zimanê me tune bike. Lê bi şoreşa Rojava re zimanê me veguherî astek nû û bû roja vejînê. Em weke xwendekarên beşa ziman û wêjeya Kurdî di wê astê de têdikoşin ku li her derê zimanê xwe nûjen û zindî bikin. Car din cejna zimanê Kurdî li kesên ku di nava tiliyên wan de alfabeya Kurdî ya latînî derketî û tevahî kesên ku hiştin em bigihijin wê rojê, bi ziman û çanda xwe em jiyan bikin û li ser alfabeya xwe û li ser wan tîpan mezin bibin, di destpêkê de Celedad Elî Bedirxan û li hevrêyên wî pîroz be." Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Mêrxana Mihemed diyar kir ku ew gelekî şanaz in ku ew bi zimanê xwe dixwînin û got:"Dewletên dagirker dema bixwazin civakekê tune bikin, beriya her tiştî êrîşî zimanê wê civakê dikin. Şoreşa Rojava dema ku destpê kir, ne tenê şoreşa jin û ciwanan bû, lê şoreşa ziman bû. Ew bi xwe gaveke herî mezin ji bo ziman bû. Em jî weke xwendekarên beşa ziman û wêjeya Kurdî divê êdî asta zimanê xwe bilindtir bikin û em hîn bêhtir xwedî li zimanê xwe derkevin û asta zimanê xwe bighînin asteke jiyanî. Bi vê wesîleyê em vê rojê li her Kurdekî pîroz dikin." Xwendekarê Beşa ziman û Wêjeya Kurdî Serbest Bozan destnîşan kir ku ziman nasname û hebûna wan e û ragihand ku ew ê xwedî li zimanê xwe derkevin û got:"Civaka ku bi zimanê xwe dixwîne, ew civakeke pêşketî ye. Em jî vê rojê destpêkê li Mîr Celaded Elî Bedirxan û li tevahî xemxwirên ziman pîroz dikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.