Mizgîn Acar a girtî hate kuştin?

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 16:30

  • Girtî Mizgîn Acar ku li ser îfadeya mikurhatiyekî hatibû girtin û muebeta girankirî jê re hatî xwestin bi  hatibû îdiakirin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin bi rengekî şik û guman jiyana xwe ji dest da. 

Girtî Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin ku şeva 1’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê “hewl daye întîhar bike” di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Acar a di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da birin morga nexweşxaneyê. Diyar bû ku cenazeyê Acarê dê ji aliyê malbata wê ve li navçeya Midyadê were veşartin. 

Bi îfadeyê mikurhatî hatibû girtin

 Acar, li ser îfadeyên îtîrafkarekî ku di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû îlankirin bi îdiaya ku “li taxên ku şer û pevçûn lê hebûn maye” di sala 2017’an de hate darizandin. Acar di encama darizandinê de beraet kiribû. Piştî ku Dadgeha Bilind ev biryar xera kir, polîsên ku di 30’ê gulana 2024’an de çûn mala Acar a li Midyadê ew binçavkirin û piştre hate girtin.  

Muebata girankirî xwestin

Acar a şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê  di 9’ê îlonê de bi hinceta danişîna wê heye sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate kirin. Dozgeriyê di danişîna di 9’ê îlonê de hate lidarxistin de derbarê Acarê de bi daxwaza “muebeda girankirî” mutala da. Dadgeha ji bo parastinê dem da, danişîn piştre taloqî 30’ê îlonê kir. Di danişîna 30’ê îlonê hate lidarxistin de cezayê hefsê yê “muebeta girankirî” li Acar hate birîn. Acar piştî biryarê jive birin girtîgehê û bi şev hate îdiakirin ku “hewl daye întîhar bike” û malbata wê hate agahdarkirin.  

Malbat hate agahdarkirin ku Acar a di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest daye. MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.