Rêveberiya Xweser bang li qada navnetewî kir

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 16:15

  • Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta T irk ên li dijî herêmê şermezar kir û bang li qada navnetewî kir ku li dijî êrîşên da g irkeriya qirker helwesteke cidî nîşan bid dawî li êrîşan bînin .

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta T irkên li dijî herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ku hedefkirina sivîlan, sûcekî şer eû li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye. ''

Rêveberiya Xweser êrişên dewleta T irk şermezar kir, ji malbatên kesên di êrişê de hatin qetilkirin sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya xwest. Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta T irk bi êrişên xwe hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe. Bi domdarî wiha nefret gotin: “Dema rayedarên Ti rk propagandaya bidawîkirina şer dikin, bi hedefgirtina gund, bajar û binesaziya herêmê re durûtiyê dikin û rûyê wan ê rastîn ê siyaseta qirkirinê aşkera dike.”

Banga li qada navnetewî 

Rêveberiya Xweser bang li gelê herêmê kir ku li hemberî sûcên şerên dewleta Ti rk li ber xwe bidin. Her wiha bang li civata navneteweyî jî kir ku li dijî êrişên dewleta T irk helwesteke cidî nîşan bidin û dawî li êrişan bînin. Rêveberiyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsyayê jî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, siyaseta dualî û bêdengiya xwe bi dawî bikin.  ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.