Bi Kurdî biaxivin bifikirin û bijîn 

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:49

  • Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin. 

Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li eywana konferansan a avahiya DEM Partî panela “Jin û ziman” li dar xist. Di panelê de pankarta “ Ziman mala hebûnê ye, hebûn xwebûna me ye” hate vekirin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek jin tev li panelê bûn. Hunermenda kurd û endama KASED’ê Selma Ozel Asî weke panelîst tevlî bernameyê bû.  Ozel Asî, bal bire ser rol û mîsyona jin û ziman û got:“Em şerê ziman dikin, şerê me şerê çand û hunerê ye, şerê me şerê ziman e. Mirov li ku derê dinyayê be bi zimanê xwe tê naskirin. Dema ku mirov bi zimanê xwe nizanibe û motîfeke kurdî li ser me nebe, tu wateya mirov jî namîne û ew mirov dibe keseke din. Divê em li malên xwe li tax û kolanên xwe bi zimanê dayikê biaxivin.” Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 

Ziman laş e xwedî lê derkevin

Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA) Kovara Destarê, TJA, DBP, DEM Partî, ÎHD û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meş li dar xistin. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heta ARSÎSA’yê domiya. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. Di meşê de her wiha jinan dovîzên “Kurdî dilê Kurdistanê ye”, “Zimanê min welatê min e” û “Kurdî nasnameya me ye” hatin hilgirtin. Beşdaran li pêşiya avahiya ARSÎSA’yê stranên bi kurdî striyan. Rêvebera ARSÎSA’yê Evîndar Akbulut daxuyanî da. Akbulut, diyar kir ku zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye. Bi domdarî Akbulut destnîşan kir ku zimanê kurdî di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda û got:“Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.” Akbulut, bi domdarî gotinên Rêber Abdullah Ocalan a “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” bi bîr xist û got:“Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd bi taybetî di van 50 salên dawî de li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya li dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne.”

Jin çavkaniya ziman in 

Akbulut, daxuyand ku çavkaniya bingehîn a hawara zimanê kurdî jinên kurd in û got:“Dema ku em dibêjin ‘jin jiyan e’ em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in. Em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin.  Li şûna ku em tenê bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê dayikê derkevin’; divê em di heman demê de bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê jinê, jiyanê û azadiyê derkevin’.”

Em her deverê bikin dibistan 

Akbulut, anî ziman ku ew ê bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna li dijî tecrîda ser zimanê kurdî ku parçeyeke li ser tecrîda Rêber Abdullah Ocalan e û tecrîda li ser jinên kurd, çalakiyên cuda li dar bixin. Daxuyanî wiha bi dawî bû:“Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li rêzdar Abdullah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê  Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku; em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngehên zimanê kurdî, em her dem û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. Jiyan, jiyan, azadî.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.