Li hember sansûrê berxwedan

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Cotmeh 2021 - 01:11

  • Niştiman Erdede dibêje, “Xebatên hunermendên ku hatine sansurkirin nîşaneya zext û zoriya Tirkiyeyê nîşan didin. Pêşangeha ‘Marîpişta Şikestî’ bi mebesta ku hunermend karibin carek din azadiya hizir û axavitinê bidest bixin tê lidarxisin. Em dixwazin ji bo wan warekî ava bikin, werekî azad.”

Di navbera 28’ê Cotmehê û 18’ê Mijdarê de li Zurîhê bi pêşengiya kuratorê Kurd Niştiman Erdede dê pêşangeha medyayî ya tevlîhev ya bi navê  “Fractured Spine – Widerstand durch Sichtbarkeit von Zensur in Journalismus & Kunst” (Marîpişta Şikestî-Berxwedana bi rêya danxuyakirina sansurê di huner û rojnamevaniyê de) were lidar xistin. 

Pêşangeha ku ew ê li mekanê Photobasteil ya Zurîhê bi rêve biçe gelek berhemên cihê dihewîne. Pêşangeh bi sernava “Berxwedana bi rêya danxuyakirina sansurê di huner û rojnamevaniyê de” şêweya berxwedana hunermendan ya hunerî dinirxîne. Berhemên ku tên nîşandan mafên mirovan, mafê azadiya îfadeyê û bi rêya çewisandinê zexta dewletê radixin ber çavên mirovahiyê. 

Rastiyên ku nayên zanîn eşkere dike

Niştiman, armanc û hedafa pêşangeha “Marîpişta Şikestî” wiha parve dike, “Huner û pêşangehên hunerî li ser pêvajoyên polîtîk û civakî dikare rexneyên bi çi awayî pêş bixe? Em bi vê pêşangeh û bernameyê dixwazin rastiyên ku derbarê Tirkiye de nayên zanîn eşkere bikin. Her wiha pêşangeh derbarê mafên mirovan ên Tirkiyeyê de jî dixwaze hesasiyetekê ava bike û piştgiriyê bide pirsgirêkên ku di vî warî de diqewimin.” 

Bi zanebûn Photobasteil hilbijartine

Niştiman ji bo mekanê Photobasteil ku hilbijartine jî dibêje ev ne tiştekî tesadûfî bûye û wiha pê de diçe, “Ji xeynî dîwaran mekanên din jî hene li vir, her wiha galerî û muze jî heye.  Di nav vê atmosferê de me xwest em berhemên xwe bi cî bikin da ku em karibin potansiyela wan ya hunerî çêtir derxin holê. Ji lewma me mekanê Photobastei hilbijart.” Photobastei yek ji mekanê herî navdar yê Swîsre ye. Li vir heya niha gelek pêşangehên wêneyan çêbûne û niqaşên hunerî hatine kirin. Ji xwe ev mekan jî bi vê armancê hatiye damezirandin û xizmeta vê yekê dike.

Di siberojê de hurgilî û bernameyên vê pêşangehe dê li ser malpera “migratt.ch/frakred-spine” werin parvekirin. Di pêşangehê de dê film, video, performans û niqaşên bi hunermendan re hatine kirin werin nîşandan. Niştiman dibêje, “Bi hin pirsan em ê sansûr, huner û rojnamevaniyê binirxînin. Em dixwazin bi van pirsan mirov li ser van meseleyan bihizirin û biponijin. Mînak du pirsên me yên sereke dê wiha bin; di rejîmeke otokratîk de azadiya îfadeyê tê çi maneyê?, Di çarçoveya pêşangehê ya sazîtiyê de em dikarin azadiya îfadeyê çawa bikarbînin?”

Hunermendên ji disiplînên cuda

Di pêşangeha “Marîpişta Şikestî” de dê gelek hunermendên cihê yên ku bi disîplînên cuda dixebiten werin gel hev û derbarê sansur, huner û rojnamevaniyê de bi berhemên xwe nîqaşan pêş bixin. Niştiman dibêje, “Di pêşangehê de, li Tirkiye rewşa hunerê çiye jî dê were niqaşkirin. Hunermendên Tirk û Kurd yên ku li Swîsreyê dijîn dê xebatên xwe nîşan bidin. Li gel van hunermendan hunermendên Swîsreyî yên navneteweyî jî dê beşdarî pêşangehê bibin û rastiyên tînin ziman li gel xebatên hunermendên din werin pêşkeş kirin.” 

Ji bo berhemên sansurkirî warên azad

Niştiman herî dawî dibêje, “Ez ji xeynî referansên xwe yên şexsî tenê bi pozîsyonên herêmî û navneteweyî re mijûl nabim, her wiha ez berê xwe didim pozîsyona Tirkiyeyê jî û niqaşên li wir tên kirin jî dişopînim. Xebatên hunermendên ku hatine sansûrkirin nîşaneya zext û zoriya Tirkiyeyê nîşan didin. Pêşangeha ‘Marîpişta Şikestî’ bi mebesta ku hunermend karibin carek din azadiya hizir û axaftinê bidest bixin tê lidarxisin. Em dixwazin ji bo wan warekî ava bikin, werekî azad.”

Hunermendên beşdarî pêşangehê dibin ev in ;

Belit Sağ, Edi Hubschmid, Ercan Richter, Ferhan Mordeniz, Gaël Le Ny, Hêlîn, Gianluca Costantini, Hito Steyerl, Husamettin Bahçe, Manuela Hitz, !Mediengruppe Bitnik, Melih Sarıgöl, Sally Schonfeldt, Yousif Salih û Zehra Dogan.

Niştiman Erdede kî ye?

Sala 1979’an li Amedê hatiye dinyayê. Nûçegihanê radyoyê, nivîskar û sêwirmend e. Ji ber xebatên xwe yên siyasî ji Kurdistanê koç dike Ewrûpa. Sala 2008’an wek penaberekî polîtîk li Zurîhê bi cih dibe. 

Sala 2010 û 2014’an de tevî kolektîfeke ku ji hêla penaberan hatiye avakirin dibe. Li “Dibistana Xweser ya Zurîh” (ASZ) dixwîne. Di sala 2013 û 2016’an de jî serî li “ZHdK” (Dibistana Raserîn ya Hunere a Zurîh) yê dide û di beşa “Huner û Medya” de tê qebûl kirin. 

Niştiman li Zurîhê dijî û xebatên xwe yên hunerî li wir berdewam dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.