Muzeyek ji bo berhemên sansurkirî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Cotmeh 2023 - 16:18

  • Rêveberekî Katalanyayî, Tatxo Benet, koleksiyoneke berhemên hunerî yên hatine sansurkirin, çêkiriye. Di koleksiyona wî de 200 berhem hene. Ev berhemên sansurkirî dê li “Museu de l’Art Prohibit” werin nîşandan. Ev berhemên hunerî, bêhtir ji ber hikmên siyasî, olî û civakî hatine sansurkirin.

Pirsgirêka sansurê li dinyayayê hemûyî heye û kesên desthilat gelek caran berhemên hunerî sansur dikin û nahêlin ew li ti deverê werin nîşandan. Ev berhemên hunerî yên ku nayên nîşandan, çi bi serê wan tê gelo? Ew li ku derê tên veşartin û çawa tên parastin. Muzeya bi navê “Museu de l’Art Prohibit” ya li Berselonayê dê koleksiyoneke karên hunerî yên ku hatine sansurkirin, nîşanî xelkê bide. Di nav koleksiyonê de 200 berhemên hunerî yên ku bi hincetên cuda hatine sansurkirin, cih digirin.

Muzeya “Museu de l’Art Prohibit” (Muzeya hunerê qedexekirî) li hikmên siyasî, olî û civakî yên li ser hunerî dikole û di dawiya vê lêkolîna xwe de biryar daye ku koleksiyoneke ji 200 berhemên hunerî yên hatine sansurkirin li avahiya xwe ya du qatî nîşan bide. Di nav berhemên sansurkirî yên li muzeyê de kar û xebatên Gustav Klimt, Ai Wei Wei, Tania Bruguera û Banksy jî hene. Berhemên ku tên nîşandan, bêhtir ên hunermendên hevçerx in. Di nav van berhemên sansurkirî de tablo, peyker, înstalasyon û wêne hene. 

 

Înstalasyona girtiyên siyasî ya sansurkirî

Xwediyê fikr û vîzyona muzeyeke nû ya ji bo berhemên sansurkirî Tatxo Benet e. Ew rêvebirekî Katalanî ye û bi vê muzeyê dixwaze bingehekî nû çêke ji bo berhemên sansurkirî. Tatxo Benet, sala 2018’an tabloyeke bi navê “Presos Políticos en la España Contemporánea” (Girtiyên siyasî yên li Spanyaya nûjen) dikire. Ev înstalasyoneke provokatîf e û ji hêla hunermendê Spanyolî Santiago Sierra ve hatiye çêkirin. Tablo behsa mafên çandî û civakî yên girtiyên siyasî yên Katalanyayî dike. Tablo, sala 2018’an di fuara hunerên hevçerx ya ARCO de ya ku yek ji fuarên herî mezin a Spanyayê ye, tê sansurkirin û nahêlin ev înstalasyon li wir were nîşandan. Jixwe, piştî ku Tatxo Benet vê tabloyê dikire, ji dezgehên “Galería Helga de Alvear” tê derxistin. Taxo Benet piştî ku tabloyê dikire, ev fikra ku berhemên sansurkirî li muzexaneyekê nîşan bide, li cemê peyda dibe. Her wiha ew çend tabloyên din ên ku li muzexaneyên Barselonayê hatine sansurkirin jî dikire û koleksiyona berhemên hunerî yên sansurkirî firehtir dike.

 

Tabloyeke Goya jî heye

Di nav tabloyên sansurkirî de tabloya bi navê “Los Caprichos” (1797-1799) yê Francisco José de Goya jî heye. Her wiha filmê bi navê “A Fire in My Belly” (1986-87) yê David Wojnarowicz jî heye. Ev filmê hunermendê Emerîkî ji hêla “National Portrait Gallery” ve hatibû sansurkirin. Her wiha katolîkan jî film rexne kiribû û li ber filmî rabûbûn. 

 

Zapatayê ripîrût ê li ser hespekî

Weke nimûne di nav berhemên sansurkirî de tabloya şêwekar Fabián Cháirez heye. Wî di vê tabloya xwe de şoreşgerê mezin ê Meksîkî Emiliano Zapata li ser hespekî bi awayekî ripîrût xêz kiriye. Ev tabloya hanê di sala 2019’an de di navbera sendikaya Cotkaran û aktivîstên LGBTEQ+ de bûbû mijara nîqaşan û li ser vê tabloyê pêvçûn çêbûbû. Di dawiyê de malbata Zapata, hikûmeta Meksîkayê û xwediyên muzeyan biryar da ku vê tabloyê bi metnekê li muzexaneyan nîşan bidin. Di vê metna tevî tablo bi dîwar ve daleqandî de şiroveyên cuda yên derbarê tablo de hebûn. Lê rexnegirên hunerî ev biryar û metna ku tevî tabloyê li ser dîwar hate daleqandin, weke sansurekê nirxandin.

 

Zanele Muholi û şideta li LGBTQ+ yan

Muzeya “Museu de l’Art Prohibit” li herêma Eixample ya Katalanyayê, ya nêzîkî avahiya “Plaça de Catalunya” ye ku ew yek ji meydanên herî navdar ên Barselonayê ye. Muzeya “Museu de l’Art Prohibit” ji hêla mîmar Enric Sagnier ve di destpêka sedsala 20’an de hatiye çêkirin û avahiyeke pirr kevn e. Di hundirê muzeyê de, li ser pêlekanên ber bi qata duduyan ve tabloyeke Zanele Muholi ya bi navê “Lena, Londra” (2018) heye. Ev tablo ji zîv û jelatînê hatiye çêkirin û weke çapeke taybet e.  Zanele Muholi jî ji bo aktivîstên LGBTQ+ yên Efrîkaya Başûr baştir bide nîşan û balê bibe ser neheqiya li wan dibin, dixebite. Fîgûrên di wêneyên wî de axlebe “reşikên queer” in ku rastî şideta zayendî hatine û bi awayekî fîzîkî jî hatine tacîzkirin. Wêneyên Zanele Muholi di sala 2013’an de xelata “Index on Censorship Freedom of Expression Arts Award” wergirtin.

Axir “Museu de l’Art Prohibit” di 26’ê meha Cotmehê de dê bi koleksiyona berhemên hunerî yên sansurkirî ji xelkê re vekirî be û dê xelk karibe li berhemên sansurkirî binihêre.

BARSELONA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.