Sansurê teşeya xwe guhert

Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:10

24’ê Tîrmehê ku li Tirkiyeyê her sal wekî “Cejna Çapemeniyê” tê pîrozkirin, ne pîrozbahiyek ji bo rojnamevanên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên e, loma çapemeniya azad sembola têkoşîna li dijî zext, sansûr û girtinan e.

Her çend 24’ê Tîrmehê ku wekî roja rakirina sansûra li ser çapemeniyê bi ragihandina Meşrûtiyeta Duyemîn a 1908’an hatiye qebûlkirin, di gotara fermî ya dewletê de wekî “cejn” tê hesibandin jî, îro bi taybetî ji bo çapemeniya kurd û rojnamevanên jin, ev dîrok sembola berxwedana li dijî zordariya sîstematîk e. Li vê herêmê rojname hatine girtin û rojnamevan hedef tên girtin, bi taybetî rojnamevanên jin, çapemeniya kurd û çapemeniya mûhalîf bi salan e tevî zextên giran jî parastina mafê xwe yê agahdariyê dikin.

Sansûr ranebû

Bi salan in bi sedan rojnameger hatin binçavkirin û bi dehan jî hatin girtin. Gelek ajans, rojnameger, kovar û televîzyon hatin girtin. Malperên nûçeyan hatin tarîkirin û naverokên înternetê hat astengkirin. Sansûr di çapemeniya azad de tenê şêwe guhertiye. Bi taybetî çapemeniya kurd û çavkaniyên nûçeyan ên ku balê dikişînin ser jinan, di nav saziyên pêşîn de bûn ku hatin hedefgirtin û bêdengkirin. Piştî ‘derbeya 15’ê tîrmehê bi îlankina Rewşa Awarte (OHAL) desthilatdariya heyî dest pêkir û welat bi Biryarên di Hukmê Qanûdê de (KHK) bi rêve bir. Di nîvê şevê de bi derxistina KHK'yan civak û derdorên muxalîf hedef hat girtin. Bi KHK’ ekranên 12 televîzyonan hatin reşkirin û dengê 11 radyoyan hat qutkirin. Azadî TV, Ozgur Gun TV, Jiyan TV, VanTV, Dogu Radyo, Gun Radyo, Ozgur Radyo, Radyo Rengîn, Radyo Karacadag, Radyo Ogzur Guneş, Radyo Ses, Radyo Dunya hwd. hatin girtin. Bi sedan rojnameger hatin mexdûrkirin. Lê rojnamegerên ku di saziyên çapemeniyê dixebitin bi girtinan re paşve gav neavêtin. Lê bele tevî van hemû zextan rojnamegerî ku bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” tê meşandin, ji bo ku raya giştî bigihîje rastiyê berxwedana xwe didomîne.

Berxwedana bi pênûsa jinê

Rojnamevanên jin di nav aktorên herî girîng de ne ku bi pênûsên xwe hem li dijî pergala medyayê ya serdest a mêran û hem jî li dijî polîtîkayên zordar ên dewletê li ber xwe didin. Jinên rojnameger ku her 24’ê Tîrmehê têdikoşin ku raya giştî li ser gelek mijarên girîng ên wekî wekheviya zayendî, kuştina jinan, pirsgirêka Kurd, polîtîkayên şer û bêcezatiyê agahdar bikin, biryardariya xwe ya ji bo “şopandina rastiyê” dubare dikin. Li gel vê zîhniyeta mêraniyê, rojnamevanên jin zimanê çapemeniyê guhertin û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) vekirin, di heman demê de pergala hevserokatiyê bi vekirina Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) li vê qadê dest pê kir. Bi helwesta bi biryar a rojnamevanan, nivîsandina rastiyan berdewam dike.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN / ROJDA AYDIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.