Rûsya Pasolini sansur kir!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:38

  • Pirtûka bi navê “Pasolini: Morire per le idee” ku behsa jiyana derhênerê Îtalyayî Pier Paolo Pasolini dike ji ber zagonên LGBT+ ên li Rûsyayê sansurkirin. Weşanxaneya ku pirtûk çap kir beşên sansurkirî dernexist û bi hibra reş weşand.

Pirtûka bi navê “Pasolini: Morire per le idee” ku behsa jiyana derhênerê Îtalyayî Pier Paolo Pasolini dike li Rûsyayê hate sansurkirin. Hin deverên pirtûka wî ji ber zagonên LGBT+ ên li Rûsyayê bi hibra reş hatin sansurkirin. Akademîsyenê Îtalyayî Roberto Carnero di vê pirtûkê de bi jînenîgariya Pasolini dadikeve. Ji bo pirtûk cezayê propagandayê negire weşanxane hin rûpelan bi hibra reş sansur kir û pirtûk bi vî awayî hate çapkirin.

Pier Paolo Pasolini bi helbest, roman û filmên xwe yek ji nûnerên bizava “Rasteqîniya Nû” ya Îtalî bû. Jiyan, tercîhên wî yên zayendî û her wiha mirina wî her tim hate nîqaşkirin. Ji xwe gelek agahî piştrast dikin ku ew ji ber tercîhên xwe yên zayendî hate kuştin.

Bi awayekî sansurkirî çap kirin

Weşanxaneya AST ku li Rûsyayê mafên weşana pirtûkê di destê wan de ya da zanîn ku ji ber zagonên hemzayend ên li Rûsyayê ne pêkan e ku pirtûk hemû bêyî sansur çap bikin. Ji lewma jî weşanxane ji 5’an 1’ê pirtûkê bi hibra reş redakte kir û bi vî awayî weşand. AST ji bo vê rewşa sansurê ya li Rûsyayê got; “Ji dêvla em van beşên sansurkirî bi temamî ji pirtûkê derbixin me ser wan bi hibra reş xêz kir. Bi ya me ev biryareke çêtir û rast bû. Bi vî awayî berhema Carnero înteraktîftir bû. Xwendevan dê bi xwe lê bigerin bê ka çi gotin veşartîne di bin vê hibra reş de.” Berpirsyarê pirtûkê ango kesên ku mafê telîfa pirtûkê di destê xwe de digirin vê biryara AST’yê di cih de dît.

Jesteke siyasî ya şermezarkirinê

Nivîskarê pirtûkê akademîsyen Roberto Carnero helwêsta AST’yê weke “jesteke siyasî ya ji bo şermezarkirina sansurê” nirxand û got; “Wan dikarîbû van beşan derxista jî lê bi vî awayî baştir bû. Sansura li ser beşên ku behsa hemzayendiya Pasolini dikin ez matmayî hiştim. Ji lewma hemzayendî hêleke girîng a kesayeta Pasolini ye. Lê niha nîqaşa ku di ser pirtûka min de li Rûsyayê ava bûye ji bo şermezarkiran sansurê û her wiha rejîma Vladîmîr Putîn fersendeke mezin e.”

Pier Paolo Pasolini kî ye?

Pasolini di 5’ê Adara 1922’an de li Bolognayê hatiye dinyayê. Zarokatî û ciwaniya xwe tevî bavê xwe yê serbaz li bukurê Îtalyayê derbas kir. Piştî ku di sala 1942’an de şer qewimî ji ber şert û mercên şer vegeriya gundê Casarsa yê li Friuli û li cem diya xwe ma. Pasolini di ciwaniya xwe dest bi nivîsandina helbestan kir. Pirtûka wî ya helbestan a ewil di sala 1942’an de hate çapkirin. Ew di sala 1950’î de li Romayê bi cih dibe û li wir romana xwe ya yekem dinivîse. Di heman salê de sînemavanên weke Fererico Fellini û Mauro Bolognini nas dike û bi wan re dixebite. Di sala 1961’an de filmê xwe yê pêşîn ê bi navê “Accattone” çêdike û bi vî awayî rêwîtiya wî ya sînemayê dest pê dike. 

Navê hin filmên wî ev in; Mamma Roma (1962), Il vangelo seconde Matteo (1964), Medea (1969) Salo O Le 120 Giornate Di Sodoma (1975)

Filmê wî yê bi navê “Salo O Le 120 Giornate Di Sodoma” ku yek ji romana Marquis de Sade bû adapteyî sînemayî kir. Piştî ku film hate belavkirin û nîşandan ji ber şideta dîtbarî û nêzîkatiyên sadîst her tim hate nîqaşkirin. Pasolini di vî filmî de behsa faşîzmê dike. Film di dîroka sînemayê de yek ji filmên ku herî zêde xelkê aciz dike tê bibîranîn. Hîna jî li gelek devaran ev film nayê nîşandan û qedexe ye. 

Pasolini di sala 1975’an de ji hêla hin hêzên tarî ve bi şev li kolanên Romayê hate kuştin. Kujerên jidil ti carî nehatin ceza kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.