Sînemaya Kurdî û sansura dersînor

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 00:23

  • Derhêner Kazim Oz diyar kir ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd bandorê li sînemaya Kurdî jî dike û got: "Sînemaya Kurdî li ser platformên navneteweyî rastî sansura dersînor tê."

FERDÎ BAYRAM / MA / STENBOL

Li Tirkiyeyê zext û sansura li ser çand û hunera Kurdî didome. Sînemaya Kurdî ji ber ku ji sînorên ku di sînemayê de hatine xêzkirin derbas dike, nikare ji desteka Wezareta Çandê sûd wergire. Filmên li ser rastiya gelê Kurd an bi tevahî tên qedexekirin an jî ji pêşandanên festîvalan tên derxistin. Di sînemayê de derhêner û çêkerên ku pirsgirêka Kurd ronî dikin, bi polîtîkaya “cezakirinê” re rû bi rû dimînin. 

Derhênerê Filmên "Bahoz" û "Zer" Kazim Oz ê beşdarî civîna bi navê "Di bin zexta sansur û xwesansurê de xefika çandî" ya ku ji aliyê "Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê" ku di 5-6'ê Cotmehê de li Stenbolê hat lidarxistin bû, li ser polîtîkayên sansurê yên li hemberî sînemaya Kurdî axivî.

Ji ber tirsa sansurê xwesansurkirin jî heye

Oz da zanîn ku sînemaya Kurdî li Tirkiyeyê di bin zextên siyasî û hiqûqî de ye û got ku sînemaya Kurdî bi pirsgirêka hebûn û tunebûnê re rû bi rû ye. Oz got: “Sînemaya Kurdî rastî zext û astengiyên siyasî tê. Li gel vê, bi taybetî ji ber sansurê pirsgirêka xwesansurê jî heye. Di heman demê de pirsgirêka temaşevanan a sînemaya Kurdî jî heye. Sedema sereke ya vê yekê sansura belavkirinê ye. Ji bo ku filmên Kurdî negihêjin temaşevanan astengiyên mezin derdixin pêş. Ev astengî pîvaneke din a sansurê ne. Ji aliyê din ve, ez dikarim bibêjim ku di warê teknîkî, kadroyî, perwerdeyî û rewşenbîrî de pirsgirêkên mezin hene."

Divê em zêdetir li dijî pergalê têbikoşin

Oz da zanîn ku sedema sereke ya sansura sînemaya Kurdî pirsgirêka Kurd e û got: “Sedema ku filmên Kurdî ewqas tên sansurkirin, xwedî çend alî ye; Pîvana yekem ew e ku mixabin di nava pergala cîhanê de hîn jî pirsgirêkên di warê mafên bingehîn ên Kurdan de nehatine çareserkirin. Mafên ku ji bo neteweyên din xwezayî ne, ji bo Kurdan ne xwezayî ne. Ji ber mafên Kurdan ên nebidestxistî, di her karê Kurdan de bersivekê dibîne. Yanî dema ku em projeyekê di warê sînemayê, hunerê an jî di warê aborî de pêş dixin, em bi awayekî eşkere bandorên wê dibînin. Meseleya duyem jî ew e ku sînemaya Kurdî di nava xwe de xwedî feraseteke azad e. Ji ber vê yekê her tiştî azad dibîne, lewma divê zêdetir li dijî pergalê têbikoşe." 

Min xwe sansur nekir!

Oz anî ziman ku filmên ku wî çêkirine ji roja ewil û vir ve rastî sansur û xwesansurê tên û wiha got: “Ji kurtefilma xwe ya ewil heta filma dawî ya ku min çêkir ez rastî pirsgirêka sansurê hatim. Min bi xwe, pir li dijî xwesansurê şer kir. Bi rastî yek ji sedemên ku filmên min hatin sansurkirin jî ew bû ku min xwesansûrê qebûl nekir. Lê mixabin em di derdoreke azad de najîn. Ji ber vê yekê em rastî van pirsgirêkan tên."

Sansura dervayî sînor 

Oz anî ziman ku sînemaya Kurdî di platformên navneteweyî de rastî "sansûra derveyî sînor" tê û destnîşan kir ku li dijî sînemaya Kurdî şerekî taybet tê meşandin. Oz got: “Desthilata Tirk ji bo ku sînemaya Kurdî di festîvalên cîhanê de negihê gel, di nava hewldaneke taybet de ye. Welatên din ên cîhanê yên ku li hemberî Tirkiyeyê hestiyar in, fîgurên Kurd ên festîvalên xwe yên mezin an jî festîvalên biçûk bi vî rengî dinirxînin. Ez wisa difikirim ku Wezareta Çandê di vî warî de kedeke mezin dide. Yanî sansura dersînor, li dewleta tirk, li deverên li derî qadên îdeolojiya fermî ya tirk û bi piranî li deverên ku Kurd lê dijîn an jî najîn, bi operasyon û polîtîkayên cur bi cur çêdibe. Lewma ez tenê behsa operasyonên leşkerî û aborî yên li dijî Kurdan nakim. Ji bo ku filmên Kurdî û berhemên Kurdî li welatên din belav nebin û bi hêz nebin, di warê huner û çandê de şerekî taybet tê meşandin. Pêwîst e ev yek piçekî bê deşîfrekirin û li ser bê axaftin û bê astengkirin." 

Divê sînema têkilî bi gel re çêbike 

Oz bilêv kir ku divê li hemberî xwesansurê tixûbên tund hebin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêkên me yên mezin hene, lê em dikarin bi hevgirtinê, bi hev re, bi gengeşeyan, bi dahûrandinên curbicur û bi serwextkirinê li hember bisekinin. Yanî divê hunermend, sînemager, derhêner û berhemhênerên Kurd li hemberî sansur û xwesansurê hişyar bin û sînorên berbiçav li hember sansûr û xwesansurê deynin. Her wiha divê sînema bi gel re têkiliyeke baş çêbike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.