‘Kanun Hükmü’ dîsa hate qedexekirin!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:51

Belgefilma Nejla Demirci ya bi navê “Kanun Hükmü” ku berê li Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê hatibû qedexekirin vê carê jî li Enqereyê hate qedexekirin.

Belgefilma ku behsa berxwedana kesên ji peywira xwe hatine dûrxistin (KHK) dike ew ê di Festîvala Filman a Karkeran a 19’an de li Enqereyê bihata nîşandan. Belgefilm weke filmê destpêkê hatibû neqandin. Lê Qeymeqamtiya Çankayayê beriya nîşandana film bi saetekê qedexeyê ragihand û belgefilm nehate nîşandan.

Derhênerê belgefilmê Nejla Demircî got; “Beriha her tiştî bibêjim ku pirr xemgîn im. Ji bo em vê biryara wan protesto bikin nehiştin ku em bimeşin jî. Ev biryara ku ji bo belgefilma me dane biryareke dervayî hiqûq e. Ev darbeyeke li sînemaya Tirkiyeyê jî. Filmekî ku qet lê temaşe nekirine sûcdar dibînin. Ev tenê ne sansur e her wiha darbeya li hember sînemayê ye jî. Ez bi vî awayî dinirxînim.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.