Li Garê ketin gorê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 18 Sibat 2021 - 03:30

  • Li Garê ketin gorê û Garê bû gora wan. Erdogan ê digot, ew ê biçin ser heyvê, nekarîbû biçe Garê. Gerîlayên Kurdistanê dagirkeriya Dewleta Tirk li Garê kirin medfûn.

Serokomarê Tirk Erdogan di 9'ê Sibatê de eşkere kir ku ew ê di sala 2023'an de biçin ser heyvê. Piştî bi rojekê jî got ew ê roja çarşemê mizgîniyekê bide. Heman rojê li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê Artêşa Tirk dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Her kesî jî fêm kir ku mizgîniya Erdogan têkildarî vê tevgera dagirkeriyê ye. Li gorî hin çavkaniyan agahiya ku Murat Karayilan û Duran Kalkan li wê herêmê ne, gihîştiye Erdogan. Lewma ji bo girtin yan jî kuştina wan ev tevgera dagirkeriyê dan destpêkirin. Lê hin tiştên ku ne li bendê bûn, hebûn. Di roja pêşî de Artêşa Tirk derb xwar. Fermandarên payebilind hatin kuştin û vê yekê moralê Artêşê û çapemeniya Tirkan xera kir. Li dijî herêma Garê balefir û helîkopter hatin bikaranîn. Ji hewa û erdê ve herêm bombe kirin. HPG'ê wê demê eşkere kir ku bombe li ser kampa êsîrên şer dibarînin. Piştî vê daxuyaniya HPG'ê, Artêşa Tirk neçar ma ku bêje ew ji bo rizgarkirina êsîrên şer çûne Garê. Ev yek ji bo şaşkirina hedefê bû. Eger qaşo ji bo rizgarkirina êsîrên şer çûbana wê derê, diviyabû negotibana.

Ew êsîrên şer ku em behsa wan dikin, di navbera salên 2015 û 2016'an de ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hatibûn girtin. Ew kes polîs, esker û sîxurên Dewleta Tirk bûn. Lê ji wê demê heta niha yek rayedarê dewletê derneket û qala wan nekir. Gelo çi qewimî û îro rabûn ji bo rizgarkirina wan berê xwe dan Garê. Eger mebesta wan bi rastî jî rizgarkirina wan bûya rêyên wê gelek bûn. Ya yekemîn bi partiyeke siyasî, heyeteke serbixwe yan jî saziyeke civakî karîbûna ev yek çareser kiribana. Yanî hewce nedikir ewqas balafiran rakin û hezaran eskeran bişînin herêmê. Jixwe, dehê caran HDP û ÎHD bi malbatên wan êsîrên şer re civiyan û bi wan re bûn alîkar.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî çend caran dîmen, wêne û nameyên wan kesan parve kirin. Di vê mijarê de Dewletê nexwest bi PKK'ê re rûnê. Ji ber ku ew êsîrên şer ne xema wan bûn jî kuştina wan bêhtir li hesabê wan dihat. Tiştekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin, kirin û êsîrên xwe yên şer bombe kirin. 13 esker û polîsên xwe kuştin. Piştî vê têkçûyînê jî ji Garê reviyan. Nîvê şevê jî Artêşa Tirk eşkere kir ku operasyona wan bi dawî bûye û 13 sivîlên wan ji aliyê PKK'ê ve hatine kuştin.

Rayedarên Dewleta Tirk û çapemeniya wê esker û polîsên xwe wekî sivîlan derxistin pêş. Çawa ku girtina di wan de xwedî li wan derneketin, di kuştina wan de jî heman xemsarî nîşan dan. Îca tişta ecêb jî cara pêşî ye ku tevgereke dagirkeriyê ewqasî zû qediya. Artêşa Tirk dema li gundekî derdikeve operasyonê, hefteyekê dimîne. Lê li Garê 4 rojan debar nekirin. Dema ku vegeriyan, esker û polîsên xwe jî kuştin.

Dewleta Tirk difikire ku bi kuştina wan, xwe êsîran xelas kir. Lê ev mesele wê serê wan biêşîne. Ji ber ku ew polîs û esker bi balafiran hatin bombekirin. Lewma balafirên PKK'ê tine ne û ev yek dibe sûcê şer ê Dewleta Tirk. Çapemeniya cîhanê û ajansên wan jî bawerî bi Dewleta Tirk neanîn.

Erdoganê ku difikirî roja çarşemê mizgîniyê bide, ew roj lê herimî. Wan digot, ew ê bi girtin yan jî kuştina payebilindekî PKK'ê têkçûna desthilatdariya xwe rizgar bikin. Mesele ne rizgarkirina êsîran, rizgarkirina desthilatdariya têkçûyî bû. Lê ev yek jî çênebû. Lewma wezîrê karê hundir ê Dewleta Tirk Suleyman Soylû heman rojê daxuyaniyek da û got, heta ku em Karayilan nekin hezar parçe em nasekinin. Her kesî dît ku xwe bikin hezar parçe jî nekarîn Karayilan bigirin. Gelek wekî Soylû hatin û çûn. Herî dawî jî ji Garê revî revî reviyan. Li Garê ketin gorê û Garê bû gora wan. Erdogan ê digot, ew ê biçin ser heyvê, nekarîbû biçe Garê. Gerîlayên Kurdistanê dagirkeriya Dewleta Tirk li Garê kirin medfûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.