Li Efrînê nikarin bi Kurdî biaxivin
Çarşem 30 Tebax 2023 - 00:15
MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA
Piştî dagirkirina Efrînê pergala Modernîteya Demokratîk û xwerêveberiyê hat xirakirin û bi dehan komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê hatin bicihkirin. Her wiha bi hezaran Kurdên li Efrînê jî ji ber zilm û zora van komên paramîlîter ji neçarî koç kirin. Piştî koçkirina Kurdên Efrînê, li dewsa wan ereb li Efrînê hatin bicihkirin û bi vê yekê hat xwestin ku demografiya Efrînê bê guherandin. Piştî 5 salên dagirkirina Efrînê gelek sûcên weke rêvandin, destdirêjî û kuştina xelkê û hwd. ji aliyê van koman ve tê kirin.
Dîwar lêkirine têl danîne
Efrîn ku niha di bin kontrola Tirkiye û komên giredayî wê de ye, sînorê wê yê li rex Bakurê Kurdistanê bi dîwar û têlan hatiye girtin û ketina Efrînê hatiye qedexekirin. Gundê Kazikli yê giredayî navçeya Islahiye ya Dîlokê ku li rêx sînorê Efrînê ye û li hemberî wî gundê Meydan-i Ekbez ê Efrînê tê xuyakirin, bi tevahî bi dîwarên bilind û têlan hatiye girtin. Li ser dîwaran jî bi navber qûleyên lêşkeran hatine çêkirin. Şêniyên gundê Kazikliyê ku piraniya wan nêzî sed sal berê ji Efrînê derbasî gundê Kazikliyê bûne, diyar dikin ku berê tim diçûn Efrînê cem xizmên xwe, lê niha ji ber ku çûnûhatin qedexe ye nikarin biçin. Her wiha şêniyên gund anîn ziman ku gelek caran bi sedan ereb ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.
Bi tenê telefonê diaxivin
Şêniyê gundê Kazikliyê Kamber Taş (69) ku bi eslê xwe ji Efrînê ye anî ziman ku bav û kalên wî ji gundê Meydanê yê Efrînê hatin li Kazikliyê bi cih bûne û ew jî li vir ji dayik bûye. Taş anî ziman ku gelek xizmên wî li Efrînê ne û got: "Berê ev dîwar li sînorê Efrînê nehatibû lêkirin. Me bi rihetî dikarî biçin Efrînê. Di dema cejnan de em bi pasaportê an jî bi veşartî diçûn û dihatin lê niha ji bilî telefonê em nikarin agahî jî xizmên xwe yên li Efrînê bigirin. Ji ber sînor em nikarin biçin gundê bav û kalên xwe. Hinek xizmên me çûn Ewropayê, hinek çûn Tirkiyeyê yanî hemû jî belav bûn."
Newêrin bi Kurdî biaxivin
Taş destnîşan kir ku piştî dagirbûna Efrînê zilm û zoreke mezin li gelê Efrînê hatiye kirin û got: "Dema em bi telefonê bi xizmên xwe re diaxivin, xizmên me yên li Efrînê dibêjin, ji bo kes zilmê li wan neke ji neçarî riha xwe berdane û li kolanan jî bi erebî diaxivin û nikarin bi kurdî biaxivin. Yanî malên milet hemû dagir kirine, zeytûnên wan birrînê, ji ber wê jî miletê li wir di bin zilmê de ne."
Efrîn bajarê Kurdan e
Taş der barê sînorê di navbera wan de jî axivî û wiha nerazîbûn nîşan da: "Ev der cihê kurdan e. Çiyayê kurdan in. Sînorên heyî nikarin bikevin navbera me. Li tu cihan sînor tune ne, lê li ser axa Kurdistanê sînor hene. Hemû kes jî dizane çima li ser axa kurdan sînor hene. Mirov fêm bike bes e. Tu heqê tirkan li Efrînê tune ye. Hemû der dagir kirine û zilmê dikin. Edalet tune ye. Heke edalet hebe, kes nikare erdê kesî desteser bike."
Taş di dawiya axaftina xwe de jî bal bire ser guherandina demografiya Efrînê û ev tişt gotin: "Dixwazin Efrînê bikin bajarê ereban lê nabe, Efrîn bajarê kurdan e. Yên Efrînê birayên me ne. Em zilma li ser Efrînê qebûl nakin. Divê ew ji bajarê kurdan derkevin, wê derkevin jî. Bila hemû kurdên me bên cem hev û hev bigrin."