Tirkiye bûye sedema tevliheviyê
În 11 Nîsan 2025 - 03:05
Koçberên ji kantonên Efrîn û Şehbayê dan zanîn ku ew li welatê xwe wekî xerîban dijîn û gotin:"Heta ku Tirkiye axa me dagir bike û rê li vegera me bigire, em nikarin behsa aştiyeke rast bikin."
Hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyeyê astengiyeke mezin e li pêşiya aramiyê û her wiha astengiya sereke ya li pêşiya vegera koçberan e.
Koçbera ji Efrînê Sûzan Zenûb ku li kantona Tebqayê di kampekê de dimîne, der barê mijarê de got: "Dagirkeriya Tirk bûye sedema tevliheviyê û rê daye çeteyan ji bo talankirin, revandin û zilmê li gelê xwecihî bikin. Heta ku Tirkiye axa me dagir bike û rê li vegera me bigire, em nikarin behsa aştiyeke rast bikin. "
Koçbera bi navê Roşîn Umer jî wiha got: "Malên me yên li Efrînê di bin dagirkeriya komên alîgirên Tirkiyê de ne. Niha em nizanin kî li wir dijî û tu rê û dergertên me yên gihiştinê û daxwaza mafên xwe nînin. Em li welatê xwe wek xerîban dijîn em ditirsin vegerin, her roj em nûçeyên girtin û dizî û talanê dibhîzin. "
Koçberê ji bajarê Cindirêsê Silêman Reşo tekez dike ku "Dagirkeriya Tirkiyê sedema sereke ya berdewamiya alozî û nearamiyê li Sûriyê ye, û heta ku hebûna Tirkiyê û komên girêdayî wê bidawî neke her gotûbêja li ser lihevkirineke siyasî dê bibe xapandin.”
ANHA/TEBQA