Parêzvanên jiyana PKK’ê bûn
Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:40
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîlayên bi navê Mûnzûr Serhed, Erdal Reşo û Çiyager Dîcle yên ku Tîrmeha 2024’an li herêma Zapê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got:“Milîtanên Apoyî yên hêja û hevrêyên me Mûnzûr Serhed, Erdal Reşo û Çiyager Dîcle 22’yê Tîrmeha 2024’an li dijî êrîşa dijmin a li ser herêma Zapê heta nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane li ber xwe dan û şehîd bûn. Hevrêyên me bi berxwedana xwe têza têkneçûnê ya milîtaniya Apoyî îspatî cîhanê hemûyê kirin. Hevrêyên me Mûnzûr, Erdal û Çiyager ji ti wezîfeyê xwe nedan paş û hemû hewldanên dijmin pûç kirin. Bi pisporiya xwe ya di şer û taktîkên demê de û bi hevrêtiyên xwe yên xurt, navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin. Hevrêyên me parêzvanên xurt ên jiyana PKK’ê bûn, nirxên azadiyê di bin her şert û mercê de parastin û ji me şopdarên xwe re mîrateyeke têkoşînê ya mezin hiştin. Em jî weke hevrêyên wan diyar dikin ku em ê her tim têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re bikin rêber û soz didin ku bîranîna wan li Kurdistana azad bidin jiyîn. Bi van hestan di serî de malbatên wan ên hêja, em ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”
Hevrêyê me Mûnzûr li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî perwerdeya destpêkê yekser tevlî Hêzên Taybet bû. Bi taybetmendiyên xwe yên fermandariyê, hevrêtiya xwe ya samîmî, fedakarî û sekna xwe ya zelal a di pîvanên milîtaniya APO’yî de di dilê hemû hevrêyan de cihê xwe girt.
Hevrêyê me Erdal weke endamê eşîra Didêrî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jidayîk bû. Di sala 2015’an de di nava xebatên YPS’ê kar kir û di berxwedana Nisêbînê de cih girt. Sala 2019’an ji Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû.Li gel wêrekiya xwe, bi kesayeta xwe ya mutewazî, kedkar û durust samîmî, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Heta şehadeta xwe ji pîvanên milîtaniyê tawîz neda û bû yek ji mînakên hilbijarte yê îdeolojiya APO’yî.
Hevrêyê me Çiyager li bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya fedakar, kedkar, saf û samîmî di her xebatên xwe de li ser hevrêyên xwe bandor kir. Hevrêyê me Çiyager bi sekna xwe ya di jiyanê û di şer de ku ji rêgezên APO’yî tawîz nedidan û bi kesayeta xwe ya bi hêz, navê xwe di dîroka têkoşîna me de da nivîsandin.
Agahiyên derbarê nasnameyên gerîlayên şehîd bi vî rengî ne:
Mûnzûr Serhed (Îbrahîm Çîgdem), li Wanê jidayîk bûye, 22’ê Tîrmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.
Erdal Reşo (Serhat Akçin), li Mêrdînê jidayîk bûye, 22’ê Tîrmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.
Çiyager Dîcle (Îbrahîm Miho), li Kobanê jidayîk bûye, 22’ê Tîrmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN